“Girtina civaka Danîmarkayê heta piştî tetîla Îda Nîsanê (Påske), ango 13ê Nîsanê tê dirêjkirin,” serokwezîr got.
Ji aliyê Deniz B. Serinci ve
Foto: Screenshot: DR
Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di civîneke çapemeniyê de li Kopenhagê derbarê virûsa koronayê daxuyaniyên nû da. Serokwezîr behsa rêgirtina li pêşiya belavbûna korona kir û dirêjkirina civatê ragihand.
“Girtina civaka Danîmarkayê heta piştî tetîla Îda Nîsanê/zadika hêksore (Påske), ango 13ê Nîsanê tê dirêjkirin,” serokwezîr got.
Hikûmeta Danîmarkayî tedbîrên dijî vîrûsa korona berdewam dike û wan însîyatifan dirêj dike:
– Girtina sînoran
– Girtina dibistanan, pirtûkxaneyan, sînema
– Girtina dezgehên werzîşê (Fitness), salonên tanîn, rûkenkaran, berber, mesac, tatoo, klubên şevê, kafeyên nergîlê/şîşe, bar.
– Girtina xwaringehan. Lê ew dikarin wek TakeAway berdewan bin.
– Girtina molên danûstandin (Storcenter), ji bilî (xeynî) dikanên (markêt) di hundirê wan de.
– Qedexeya kombûna zêdetir ji 10 kesan, li hundur û derveyî jî.
– Dûrbûna di navbera mirovan de, nimûne di dikan (markêt) de.
– Vegera karmendên giştî, ku karibin di mala xwe de kar bikin.
Li hinek welatan qedexeya çûnûhatinê an qedexeya derketina derve dest pê kir. Lê Serokwezîr got tiştekî wisa di rojeva hikûmeta Danîmarkayê de tune.
”Qedexeya derketina derve hê jî ne aktûel e,” Mette Frederiksen got.
Serokwezîr Mette Frederiksen got “pir girîng e ku herkes ji qanûnan re rêz bigirin û her çiqas ku di Îda Nîsanê (Påske) de zehmet be, dîsa jî pêwîst e dûrbûna di navbera mirovan de hebe. Pêwîst e kes sefer neke, di hundirê Danîmarkayê de be jî.”
Li gor serokwezîr niha 254 kes ji ber tuşbûna koronayê di nexweşxaneyê de ne. Ji wan 55 kes di lênerîna berfireh de ne. 24 kes piştî tuşbûnê jiyana xwe ji dest dan. 1450 kes bi koronayê ketin.
Wezîrê tendurustiyê Magnus Heunicke got ku pir hewl didin ji bo firehtir û baştirkirina kapasîteya dermankirinê. Her wiha Danîmarka pêwendî da bi Koreya Başûr re ji bo qebûlkirina pêşniyara kirîna testkit (lêkolîn û testê korona).
Li hemû dinyayê 350.536 kes bi korona ketin. Ji wan 15.328 kes mirin û rewşa 100.182 kes piştî dermankirinê baş bûn – li gor malpera Johns Hopkins University.