Somalî jê re dibêjin Crazy Turk, an jî Crazy Kurd. Evdila Aydin ji bajarê Bursayê çûye Somalya, lê koka wî ji Bazidê ye.
Nesrîn Rojkan
RUDAW.NET
Welatek têkçûyî, civatekê jihevketî, rûmetekê binpê kirî. Tinebûna nav hebûnê: Somalya. Dayîkek birîndar e, zarokên wê kujerên xwe ne. Li ser dîwaran, rêyan, kolanan şopên şerê navxweyî bi me re dimeşin. Somalya wek erd û war wek bihûştek e, lê mirovan dojehek tê de ava kirine. Niha hinek baya aramî ketiye nav Mugadîşoya birçî û birîndar, lê hê jî gef ji devên tarî ve dibarin ser.
Kurdekî bi çend çekdarên xwe ve ketiye nav wan kolanên talankirî û wek dînan bê tirs û bê xem karên xwe pêk tîne. Ziman nizane, bi îngiliziyek kêm-zêde karê bazirganiyê dike. Malên Somalyayê yên xav/xam malên herî rind in. Lewra hê ti hemanên kîmyevî neketine vî welatî. Ji bilî çekan. Ji xwe hejmara bazirganiya çekan ji ya xwarinê bêtir e.
Lê ev Kurdê dînik ji bo firotina çekan, xwe neavêtiye vê dojeha kambax. Wî xwe gihandiye nanê xwe û ketiye dilê Somaliyan. Somalî jê re dibêjin Crazy Turk, an jî Crazy Kurd.
Evdila Aydin ji bajarê Bursayê çûye wir lê koka wî ji Bazidê ye. Herçend ev çil sal in ku ji welêt derketiye jî bi me re bi devoka xwe ya taybet ya Serhedî ve kurdiyekê herikbar ve diaxive.
Somalya welatek tarî û nenas e ji bo gellek kesan, gelo hatina vir çawa ketiye bîra te?
Evdila Aydın: Salek berê serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi hinceta ‘avakirina têkiliya birayên misilman’ cara yekem serdana Somalyayê kiribû. Wî peymana hevkariyê dabû da ku bihevre Somalyayê rakin ser piyan. Ji wê rojê de gellek rêxistinên mafê mirovan û yên alikariyê hatine vir û piştgiriyên cûrbecûr didin hevwelatiyan. Bi vê awayê çavên bazirganên tirk jî vebûn ji ber ku ev welat wek erdeke neçandî ye. Ez bixwe heta niha li gellek welatan geriyame. Tirkmenistan, Îraq, Başûrê Kurdistanê, Kazakîstan û hwd. Dema bazara van welatan dikeve destê Çiniyan ez diçim welatek nû. Somalya jî ji bo min warê nû ya nêçîra min e.
Jiyana te çawa ye vî welatî jihevketî?
Birastî welatekê bizirandi ye. Erdeke mezin bûye deh parçe û hemû jî dijî hev in. Kenya, Eritrea, Etîyopya jê qetiyan û serxwebûna xwe bidest xistin. Niha jî 5 parçe daxwaza serxwebûnê dikin. Ez li beşa Somalyayê me, lê min beşên din jî dîtine. Heta herêma El- Şahab bixwe jî!
Di nûçeyên de herdem kuştin, revandin, dîlgirtin, teqandin keleşên deryayê hene. Ev qet te natirsînin?
Rasterast pergê min nehatiye lê bûyerên nexweş çêbûne. Çend meh berê bazirganekî kurdê Meletiyê hatiye vir û ji aliyê hevkarên xwe ve ji ber pirsa peran hatiye kuştin, ji ber ku nezaniye xwe biparêze.
6 meh berê ez hatim wek hemû mêvanan li otêlan dimam. Ev otêl ji me re wek zindanan bûn. Ji aliyê gellek çekdaran ve dihat parastin û dema em derdiketin û vedigeriyan dihatin kontrol kirin. Bihayê otêlê gellek giran bû û xwarin jî xirab bûn. Paqijî tine bû. Ez jî derketim min odeyekê girt ji xwe re. Çend çekdar û wergerên min hene. Lewra navê min danîne ‘dîno’. Ku dibêjin ‘crazy’ herkes dizane ku ez im.
Çima ewqas ditirsin ma şer maye hê jî? Xeteriya çi maye?
Aramî ketiye nav kolanan, lê hê jî nakoki hene di nav civakê de. Şerê Somalyayê şerê 2 eşîretan bû. Niha eşîret deng nakin lê ji gengeşiya wan de grûbên din derçûn. El Şahab ku rêxistineke xortan ya Îslamî ye dibêjin Ewrûpa û Amerika welatê me tevlihev kirine, çek didin eşîretan û em berdidin hev. Lewra gefa bîyaniyan xwarine.
Rewşa civakê çawa ye?
Rewşa wan ne baş e. Welatekê kavil e û civat birçî ye. Dema tu diçî ba wan, ew te wek mirovekî nabînin, tu di çavê wan de wek dolaran î. Bi hezaran kon ji bo koçberên şer hatine vedandin lê pirraniya wan jinên bî ne ku heryek bi kêmanî 7,8 zarokên wan hene. Mêrê gellek ji wan di şer de nemirine, ew çûne jinek din ji xwe re anîne û jin û zarokên xwe cih de hîştine. Ev jin jî bi rezaletî xwe û zarokên xwe xwedî dikin. Li bazaran jin kar dikin û ew dixuyên. Mêr jî di kolanan de digerin, û di rewşekê wisa de jî kêfa xwe dikin. Ez bixwe fêm nakim ku perê wan ji xwarinê re namîne lê çawa ji bo giyayê serxweşkirinê ‘kat’ û ji bo çekê herdem heye.
Gelo burokrasî çawa ye?
Di warê sîstema dewletê de jî ti pergalek runiştî nîne. Ev yek jî karê me hemûyan tevlihev dike, bi taybet yên me bazirganan.
Dibêjin ku Somalî ji birçiyan dimire.
Ez wisa nabînim. Xwarina herî baş li vir heye. Goştê herî xas, masiyên herî bi çêj, fêkiyên herî xweş li vir in. Lê kesek tine ku van bike xwarin. Di kolanan de bizin, çêlek û mihên bê xwedî mexel digirin û ew jî diçin tozê şîrê dikirin dikin nav qahweya xwe. Em Kurd bi sedan cûran xwarin tenê ji şîr û mast çêdikin, lê ev nizanin ka mast çi ye, dew çi ye, penîr çi ye.
Tu heta kengê bimînî li vir? Hêviyek te heye ku rewş çêtir be?
Ji bo min herçend gellek dijwar jî be ez dev ji karê xwe bernadim. Tenê dixwazim hinek mal bidim hev hingî piyasa neketiye destê Çiniyan. Di nêzîk de hilbijartin heye. Çend namzedên baş hene ku dixwazin welatê xwe ava bikin. Lê kes nizane ka çi lê bê. Yan ava bibe yan tev têk biçe. Welatekê gellek xweş û dewlemend e bi medyayê nexapin. Mirov dikare salê du çandinan bike, madenên wan gellek in. Bazirganekî tirk hatibû vir da kevir bikire û ji bo dekorasyona xaniyan bifroşe. Tenê beravên zeryayê ji turistan re vebe têra wan dike. Lê hêzên derve dest danîne ser dewlemendiyan û nahêlin kes çavê xwe veke.
Ez dibînim gellek sazî û şîrketên Tirkiyeyê hatine vir? Tirkiye çima ji nişka ve dest davêje vêderê?
Dibêjin em birayên hev ên, misilman in û emê alikariya we bikin. Di serî de xweşa Somaliyan hat, ji ber ku heta niha gellek rexistinên navnetewî pere dane wan lê Tirkiye ji wan re xwarin tîne, dibistanan ava dike, nexweşxaneyan çêdike. Lê piştî demekê gilî û gazind derketin. Ew dibêjin zarokên me digirin dibin Tirkiyeyê didin xwendin. Paşê vedigerin rengê wan rengê me ye lê ruhê wan hatiye şûştin. Edî ew ne somalî ne ew zarokên Fethullah Xoce ne.
Tu bîriya çi dikî li vir?
Ez gellek bîriya penîr me û mastê me dikim. Min çend xortên Somalî ku tirkî dizanin aniye cem xwe ku wergeriyan dikin ji min re. Ez jî xwarinên me hînê wan dikim ku ji me re çêkin.