9 partiyên Kurd belavokek hevbeş li ser bombekirina Herêma Kurdistan û Qendîlê îmze kirin û bang li PKK û dewleta Tirk kirin.

”Hikûmeta AK Partî amadekariyê ji bona girtina kesên sivîl, berpirsên partiyên siyasî û komel û civakî dike; bi tometa ku kesên han “alîkariya PKK” dikin. Bi vî awayî AK Partî siyaseta tûnd û tûjiyê bi rêva dibe, ku heta niha encamên baş nedayine. Bang li hikûmeta AK Partî dikin, li şûna vê siyaseta çewt û operasyonên leşkerî, ji bona rê xweşkirina çareseriya pirsa Kurd bi rêka diyalogê gavan bavêje”.

Partiyên Kurd ku îmze dan belavokê ev in: Ji bakur: PDK-Bakur, PSK, PWD, ji rojhilat: PDK-Î, Komala, ji rojava: PYDKS, PDPKS, Partiya Azadiya Kurd li Sûriya û El-Partî.

Partiyan bang li PKK jî dikin

”PKK…ku li ser biryara xwe ya agirbesê bimîne. Karên usa neke, ku bibe sedema aloziya Herêma Kurdistanê”

”Em banga hêzên aştî û azadîxwaz û demokratên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê û dem û dezgeyên navnetewi dikin, ku dengê xwe dijî êrîşa Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê bilind bikin”.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer