“Li hemberî êrîşên Îranê û Tirkiyeyê ku bi îdîaya ”şerê dijî terorîzmê” baregehên PKK û PJAKê bi bombe dikin, propagandayên bi derewan xemilandî dimeşînin.”

Çavkanî: Eurokurd

Gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd li Swêdê ji bo protestokirina êrîşên Tirkîye û Îranê daxuyaniyê îmze kirin.

“Di gel êrîşên ordiya Îranê yên van hefteyên dawîn, ev çend rojin ordiya Tirkiyeyê jî bi balafir û wasiteyên din ên şer herêma Qendilê ya li Kurdistana Başûr bi îdîaya ”şerê dijî terorîzmê” baregehên PKK û PJAKê bi bombe dikin, propagandayên bi derewan xemilandî dimeşînin. Ew dewletên ku bi sedan sal in ku Kurdistan di bin îşgala xwe de hîştine, di şûna ku wekî dewlet bi dialogên di gel temsîlkarên meşrû û hiljbijartî yên Kurdan xîzmeta riyên çareseriyên demokratîk, aştiyane û adîlane bikin, carek din riya êrîşê tercîh dikin.”

Daxuyanî wisa berdewam dike:

“Em kesayetiyên ku navên wan li jêr in van êrîşan wekî êrîşên li hember çaraseriyên demokratîk, aştiyane û adîlane dibînin û bi tundî protesto dikin. Li gorî baweriya me, riya herî maqûl ew ku di rewşeke agirbesteke dualî de bidawîanîna siyaseta înkar û îmhayê ye û di berdawamiya wê de rêlibervekirina pêvajoya demokratîk ku di encama wê de gelê Kurd, wekî hemû gelên azad ên dinyayê, bikaribe li ser paşeroja xwe bi îradeyeke azad bixwe biryarê bide.”

Kesên ku îmze kirine bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpayê û hukûmeta Swêdê jî dikin ku piştgiriya Kurd bike û hewl bidin ku êrîşan bên sekinandin.

80 kesan îmze kirine. Di navbera wan de:

Amineh Kakabaveh, parlamentera, Partiya Çep a Swêdê, Evin Cetin, siyasetmedar (S), Gabar Ciyan, Kurdocide Watch-CHAK, cîgirê serokê giştî, Hediye Güzel, siyasetnas (V), M. Malmisanij, nivîskar, Munzur Cem, nivîskar, Ozz Nujen, şanoger/artist, Roza Güclü Hedin, parlamenter (S), Şermin Bozarslan, seroka Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê, Tara Twana, siyasetmedar (S) û Yekbun Alp, endama rêveberiya Partiya Çep (V), Uppsala, herwekî din hene.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer