Siheta Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş ji ber nexweşiya wî ya xwînê, zêde nebaş e. Ji bo tedawiyê divê derkeve derveyî welêt. Lê biryara dadgeha Turka li Amedê rê li ber digre ku derkeve derve.

Dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK, di gel hevkarê xwe Komela li dijî li Jenosîdê li Frankfurt ê û Komîteya Piştgiriya Abdullah Demirbaş, demek e ji bo rakirina qedexeyê li welat û derveyî welêt xebatê dikin û bi rêya kampanya xwe, xwe dighêjînin dezgehên navnetewî.

Berî bi du rojan, 55 doktorên ji Swêdê agehdarî dane navenda CHAK ê ku, ew ji bo rakirina qedexeya ji ser Demirbaş beşdarî kampanyê dibin. Endamê Komîteya Karger ya CHAK ê Dr. Heiwa Amin anî zimên ku, doktorên beşdar berî niha jî, di dema girtina Demirbaş de, ji bo azadiya Demirbaş helwêsta xwe diyar kiribûn û bi tundî li dijî helwêsta Turkiyê ya zîndanîkirina Demirbaş derketibûn.

Weke tê zanîn berî bi demekî kin, Yekîtiya Doktorên Kurd li Swêdê jî piştgirî dabûne kampanyayê û bi nameyek taybetî ji rêvebirên hikumeta Turkiyê xwestibûn ku qedexeya li ser Demirbaş rakin.

CHAK Dokumentation Center – www.kurdocidewatch.net

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer