Ji aliyê Serbest Urmiye ve

Piştî kuştina Îsmayîl Heniye, rêberê taqima “Hemas” li Tehranê û her wiha kuştina Hesen Nesrullah, rêberê taqima “Hizbellah” a Libnanê ku her du alî jî   girêdayî bi  rejîma Îranê  ve bûn, ji aliyê dewleta Îsraîlê ve, rejîma Îranê  careke din gefên xwe ji bo ji holê rakirina dewleta Îsraîlê xurttir kirin û ji bo ku bi kiriyar jî  ji gefên xwe xwedî derkeve, di 1ê Cotmeha 2024’an  û di   êrîşeke berfireh a bi navê “Operasyona Soza Sadiq 2”  de, 181 mûşekên balîstîk avêtin Îsrayîlê. Armanca êrîşa han  gelek navend li seranserê Îsrayîlê  bûn, nemaze di “Tel Aviv” a navenda desthilatdariya Îsrayîlê de. Di êrîşê de hin mûşekên Îranê li hin cihan ketin ku avahiyên vala bûn  û yên din jî weke gerên berê hatin kontrol  û pûç kirin.

Êrîşa han dîsan rejîma Îranê ji bilî cîhan û herêmê, di hindur de jî rastî pêkol û dubendiyê him di nava aliyên siyasî û him jî di civakê de aniye ku heke berdewam be dikare weke derfeteke din bo serhildana nerazîbûnê li dijî desthilatê di Îranê de mifah jê were wergirtin. Bi xasmanî ku pêtên agirê  şoreşa  “jin,  jiyan, azadiy”ê di  Îranê de hêj bigur in.

Lê di vir de pirsiyar eva ye ka gelo êrîşên dewleta Îranê bo ser  Îsrayîlê, çawan dikarin  bibin derfet  bo serhildan û xurtkirna  şoreşê li dijî rejîma Îranê?

Ji bo ku em bersiva pirsiyara han bidin, hewceye ku were gotin ku şerê Îranê li dijî Îsrayîlê, li gor pênaseya hegerên serhildana şer di navbera du hêz yan dewletan de, şerê  îdeolojiyê ye. Lewma texmîn tê kirin ku çi serkewtinek bo rejîma Îranê çine be. Ji ber ku îdeolojiya ku bingehê şerê han tê xuya kirin, îdeolojiya desthilatê ye û  piştî serhildana “Jîna”yê bi eşkere derket ku ideolojiya han êdî ji aliyê gel ve nahê şopandin ku rejîma Îranê bikare bike sedema hevgirtina gel û desthilatê di şerê dijî Îsrayîlê de. Ji aliyeke din ve serhildan li dijî desthilata Îslamî ya Îranê, di çend salên borî de hebûye û bi serhildana  “jin,  jiyan, azadiy”ê, pê havêtiye qonaxeke nû. Şoreşa “jin,  jiyan, azadiy”, bervajî serhildanên berî xwe,  di heman demê de ku  sînorênbendiyên rejîma  Înarê him ji aliyê ewlehiyê û him ji aliyên siyaseta serkutkirinê  ve derbas kirin,  karî di rêya dengvedana  cîhanî de,   aliyên nû  weke  piştevaniya cîhanî û beşdariya piralî ya hemû tex û qatên civakê, nemaze beşdariya jinan jî, ji şoreşê ve zêde bike ku hertim xurt bimîne û ji hemû derfetan  mifahê wergire.

Êrîşa Îranê  bo ser Îsrayîlê dikare bandorên berfireh danê  ser tevgera “Jin, jiyan, azadî” li Îranê , lê ev bandor girêdayî çend faktoran e ku hewceye bi dirustî werin şirove kirin û mifah jê were wergirtin.

  1. Bizava civaka hindur: ji bo ku bizavên civakî  di hindurê Îranê de li dijî rejîmê werin xurt kirin hewceye ku  eniya nerazîbûna gel li rejîmê û dijî şer  berîntir bê kirin. . Bi terzekê ku  gel li şûna  krîzên  derveyî,  rewşa hindur li ser daxwazên xwe bişopîne   û bi lidarxistina meşên berfireh  û giştî yên nerazî bîne, hêzeke din bidin tevgerê (şoreşa “Jîna”yê).
  2. Jordebirina asta hişyariya gel bo yekîtî û yekgirtinê: Jordebirina asta  agahiyan li dor  êrîşên leşkerî dikarin hişyariyê li ser binpêkirina mafên mirovan û pirsgirêkên civakî di Îranê  de zêde bikin. Ev yek jî  dibe alîkar ku tevgerên civakî xurt bikin.
  3. Piştevaniya naneteweyî : heke di encama şer de aloziyiyên zêdetir di herêmê de derkevin û civaka navneteweyî bala xwe bikeşîne ser aliyên  binpêkirina mafên mirovan di Îranê de, dibe ku tevgerên mafên mirovan bi taybetî tevgera “jin, jiyan, azadî”  bihêztir bibe û zexteke zêdetir bikeve  ser rejîma Îranê.
  4. Morala giştî: heke aliyên nerênî yên êrîşa rejîma Îranê bo ser Îsrayîlê bi başî werin şirove kirin û gel ji merema desthilata Îranê di vê êrîşê de ku pitir piştevaniya aliyên şerxwaz ên girêdayî bi rejîme vê ye, were haydar kirin, vê demê ye ku yekîtiya gel li hember rejîmê û li dijî şer xurt dibe û ev şer weke şereke bêvêc tê hejmartin. Vê demê serhildan li dijî rejîmê cihê piştevaniyê li şer digire û dibe derfet  bo xurtbûna tevgera azadîxwaziyê.
  5. Kirîza aborî: Şer hertim bandoreke nerênî li ser rewşa abrorî heye û piraniya kirîzên aborî di heyamên şer de serhildidin. Di demekê de ku rewşa aborî ya Îranê di rewşa herî xirab di çend salên borî de ye û hêla destkurtî û hejariyê heta diçe berfirehtir dibe, hewce ye ku bala  giştî ya civakê bo srer vê çendê were rakişandin. Di vê demê de ye ku hizra giştî ji bilî ku li hember rejîmê disekine, alîkariyeke ji bo  xurtkirina  tevgera “Jin, jiyan, azadî”yê .

Bi giştî bandora êrîşê bo  ser Îsrayîlê li ser tevgera “Jin, jiyan, azadî” di Îranê de piralî ye û girêdayî  ye bi wan fakterên ku hatine ber bas. Lewma heke hêz û aliyên siyasî, nemaze hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bikarin di eniyeke hevgirtî de, fakterên han  li gor rewşa niha ya Îranê him di ware herêmî û cîhanî de û him jî di warê navxwe  û civaka bindestê rejîmê de şirove bikin, mirov dikare bêje ku pêngehek bilind ber bi serkevtinê ve havêtine.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer