Ji aliyê Serbest Urmiye ve
Êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê ya bi navê “ Soza Sadiq 2” li dijî Îsrayîlê ku doma siyasetên şerxwaz ên rejîma Îranê li herêm û cîhanê de ye, Di hizra rejîmê de him weke hewlekê bo nîşandana hêza leşkerî û selimandina teknolojiya xwe ya şerxwaziyê bi cîhan û nemaze Îsrayîl û dewletên herêmê jê dihat mêze kirin û him jî bi hêviya xurtkirina piştgiriya navxweyî ji rejîmê gav dihavêtin.
Lê di demekê de bû ku ji ber dorpêçên navneteweyî û qeyranên aborî yên demdirêj, rewşeke pir aloz di tev aliyên siyasî, aborî û civakî de pêsîra rejîma Îranê girtibûn. Pirsgirêkên weke qeyrana aborî, bilindbûna asta perçvîn(werimîn)a aborî û bêkariyê ku ji bilî pirsên siyasî û ewlehiyê, weke pirsên bê çareser yên hemû temenê rejîmê bûne, niha û nemaze piştî xurtbûna erîşên Îsrayîlê bo ser destek û taqimên şerxwaz ên girêdayî bi rejîmê ve li Libnan, Felestîn û Yemen’ê, rewşeke aloztir ber bi rûyê rejîma Îranê kirine.
Ji hemûyan girîngtir kuştina li pey hev ya serok û reberên taqimên şerxwazên Hemas û Hizbellah’ê bandor li ser hitbara rejîmê daniye û tovê bêbaweriye li dor rejîmê di nava taqimên han de çandiye, ji ber vê çendê rejîm neçar e bihayeke maddî ya giran bide ku taqimên han li ser pê ragire û hêza mirovî ya nû li dor wan kom bike. Di vir de ji ber cezayên tund ên aborî ku heta niha jî di encama siyasetên şerxwazane û bernameya navokî ya rejîmê de , li dijî rejîmê berdewam in, zexteke zêdetir xistine ser rewşa aborî ya welat.
Di heman demê de jî operasyona leşkerî ya vê dawiyê û aloziyên ku di encamê de derketine rojeva siyasî û aborî ya herêm û Îranê, dibe sedema xurtkirina dorpêçên navneteweyî û bê hêvîkirina hewlên dîplomatîk yên rejîmê di vê derheqê de û bandora vê ya nerênî jî li ser jiyana xelkê xuya ye.
Nizinmbûna bihayê pereyê Îranê li hember pereyên bîhanî di wan çend rojên borî de û ragihandina valabûna xizîneya dewletê ji aliyê Serok Komarê Îranê, Mesûd Pizişkiyan ve, hêviyên gel bo jiyaneke asûde di bin siya vê sîstemê de zêdetir bişavtin.
Ji bilî pisgirêka aborî û zedetir lewitandina rûmrta jiyana gel di bin siya rejîmê de, piştî êrîşa mûşekî ya bi navê “ Soza Sadiq 2” rejîm ji aliyên siyasî û civakî de jî rastî hin pirsgirêkan hatiye ku xêncî civaka navneteweyî, li hember civaka navxweyî de jî rejîm ji hin astengan asê bûye ku dîsan rasterast bandora nerênî li ser jiyana gel hene.
Hin ji astengan ku rejîmê bi kiriyarên xwe yên serxwazîyê, bi taybetî piştî êrîşa” Soza Sadiq” di warên civakî û siyasî tê de asê bûye wiha tên hijmartin:
1-Nerazîbûna civakê di hember rewşa aborî de: qala rewş û wan pirsgirêkên aborî û bandora wan ya nerênî li ser rewşa jiyana gel ku di serî de hatiye kirin, xuya dike ku dabîn nekirin û bilinbûna bihayê hewcehiyên jiyanê di wan rojên borî de, yê bûye hegereke nerazîbûna civakî li dijî rejîmê û dibe ku berdewambûna rewşa han, dengê gel bîne ser şeqaman û meşên nerazîbînê jê derkevin.
2-Pirsa parastina jîngehê: bi slan e ku pirsa ji navçûna jîngehê pêsîra rejîma Îranê girtiye û xemsariya rejîmê di vê derheqê de bi eşkere tê dîtîn. Kêmbûna avê bi taybetî ku li herêmên başûr û rojhilatê Îranê de astengeke mezin e li pêşiya gel û her weha jinavbirina samanên xwezayî yên welat ku destê taqimên girêdayî bi rejîmê ve tê de nehatiye veşartin, mijareke din e ku civaka navxweyî li hember rejîmê radigire û di rojên borî de careke din ketiye rojeva navxwyî ya Îranê de.
Di meha borî de meşên nerazîbûnê bi taybetî di nav komên cuda yên weke cotkar, kedkar û xwendekaran de li dor rewşa nebaş a jîngehê hatin dîtin û li parêzgeha Îsfehanê jî li dijî hewlên rejîmê li dor zêdetir hildana meidenan ku bi baweriya xelkê yê bûye sedema pitir wêrankirina jîngehê û zêdebûna nexweşiyan, xwepêşandan hatin kirin.
3-Pirsgirêkên siyasî û navneteweyî: piştî ku bo careke din rejîma Îranê siyasetên xwe yên şerxwaziyê di êrîşa “ Soza Sadiq 2” de li dijî Îsyayîlê destpêkirin, dîsan pirsa hêza leşkirî û aliyên şerxwaz yên siyasetên rejîmê di şopandina bernameya navokî de derketiye rojevê û rejîm ber bi rûyê lêpirsîn û lêkolînên navneteweyî kiriye û liv û lebatên rejîma Îranê di warê navokî de gerreke din ya givaşa navneteweyî, bi taybetî di nava dewletên herêmê de xistiye ser rejîmê.
4-Bidarvekirin û mijarên mafên mirovan: Zêdebûna hejmara li darvekirina welatiyan di mehên borî de û nîgeraniyên saziyên mafên mirovan di vê derheqê de, rejîm him ji aliyê civaka navneteweyî û him jî ji aliyê hindur ve li hember pêkolekê daniye ku rewşa rejîmê aloztir dike.
Di encam de ya ku tê dîtin, ji bilî êrîşa mûşekî, hemû bizavên rejîmê li dor bihêzkirina xwe di aliyê şerxwaziyê de ne û ne tişteke din ku zext û givaşa vê jî tenê gel keşandine û dikeşîne.