Roja yekëmiyê kurdên akinciyê bajarê Aalborgê bi merema bi bîranîn û rêzgirtina roja pêşmergeyên Kurdistanê semînarek li darxistin.

Roja yekşemiyê 17ê desamberê yekîtina jiyan ya wî bajarê bi merema rêzgirtina roja pêşmergeyan semînarek li bajarê Aalborê pêkanîn ku peyamnêrê jiyan.dk jî têde beşdar bû û çendîn çalakî hatin lidarxistin.

Li gorî peyamnêrê me semînara han bi axaftina pêşmergeyê kevnar yê Kurdistanê rêzdar Zahîd Bedrî destpê kir û piştre hinek pêşmergeyên kevn yê Kurdistanê ji partiyên cuda bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bîrhatên xwe yên dema pêşmergayetiyê bo beşdaran bas kirin.

Hêjayî gotinê ku sala 1984an Sekreterê Giştî yê PDKÎ Dr. Ebdulrehman Qasimlo roja 26ê Sermawezê wekî roja pêşmergeyên Kurdistanê destnîşn kir, ji ber ku di vê rojê de û di sala 1945an de di dema Komara Kurdistan li Mehabadê, leşkerên kurd êrîşbirin ser avahiyên dewletê û tev cihwarên dewleta paşyetî ya Îranê li bajarê Mehabadê dan çol kirin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer