Ji aliyê Abdalqader Houry ve

Berpirsên Îsraîl dibêjin: Em dê tolhildana xwe dijî Îranê dê çend rojan dereng bikin.

Ev nûçe wateyekê dide çavdêrên siyasî ku navbênkariyeke siyasî di navbera DYA û Îsraîlê ji hêlekê ve û Îranê ve jî heye ku şer û alozî li Rojhilata Navîn û bi taybetî di navbera hevalbendên Îranê û Îsraîlê ji holê rabin. Ger ev navbênkarî neçû serî dê Îsraîlê tola xwe bi tundî hil bide.

Hindek nîşan û gerên siyasî tên gerandin vê xwendina siyasî ku navbênkarî heye, zelal dike. Ji wan nîşanan;

** Serdana serokomarê Îranê Mesud Pijîşkiyan bo Sultaneta Omanê û gotara siyasî ya aştiyane ku wî ji raya giştî re dabû, wateyeke rasteqîn dide .

** Serdana wezîrê Karûbarên derve ya Îranê bo Libnanê, weke serdaneke tarîxî, binav dibe . Wezîrê Îranî dê çend hevdîtinên fermî û nefermî çêbike .

Ger navbênkariya veşartî biçe serî, dê Îsraîl tolhildana xwe bi awayekî nermikane bo Îranê hilde, û ger navbênkarî neçû serî dê DYA, Îsraîl û hevalneden wan êrişeke qurs li Îranê bikin .

Ev çend rojên pêş me de tên pir nazik in . Yan şerekî qurs yan jî nexşiyeke siyasîya nû wêneya Rojhilata Navîn bête xêzkirin .

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer