Konfederasyona Kurdên Diaspora peyamek li ser wefata Elî Qazî belav kir. Peyam wisa ye:
“10.7.2022 me bi xemgînî nûçeya koça dawî ya Alî Qazî ku çûye ser dilovaniya xwe bihîst. Elî Qazî kurê serokomarê Komara Kurdistan nemir Pêşewa Qazî Mihemed di 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Di dema damezrandina Komara Kurdistanê temenê Alî Qazî 13 salî bû. Alî Qazî hemû jiyana xwe ji bo serwerî û serkevtina netewe û niştimana xwe terxan kiribû.
Serê gelê kurd û serê malbata pêşewa û xweştiviyên wan sax be.”