Salek di ser erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê rewşa tenduristiyê li herêmê hîn gelek xirab e.

Fotograf: Andreas Hansen

Serokê Yekîtiya Bijîşkên Mereşê, ku yek ji bajarên herî zêde zirar dîtiye, Lûtfî Tiyekli wiha got:

“Piraniya birînên me yên fîzîkî sax bûne. Lê travmaya psîkolojîk a piştî erdhejê hîn jî berdewam e.”

Li Tirkiyeyê zêdetirî 50 hezar, li Sûriyeyê jî zêdetirî 8 hezar jiyana xwe ji dest dan.

“Welatiyên me bav, dayik, xwişk û birayên xwe, cîranên xwe winda kirin. Û ji bilî vê pirsgirêkên derûnî jî hene.”

Di nava miriyan de gelek bijîşk jî hene.

Lütfi Tiyekli dibêje, “Em hem mexdûrên erdhejê bûn hem jî xebatkarên tenduristiyê di heman demê de.”

Di erdhejê de yek ji pirsgirêkan madeya avahiyê asbest bû. Berê li Tirkiyeyê dihat bikaranîn, lê êdî nayê bikaranîn ji ber ku asbest dibe sedema penceşêrê.

Lê li Tirkiyeyê 15-20 sal berê asbest qedexe nebû û gelek avahiyan bi asbest dihatin çêkirin. Di dema erdhejê de xirbeyên bi asbest li derdorê hatin gerandin.

Bijîşk got: “Em dizanin ku niha li bajêr asbest heye. Wê di pêşerojê de li Mereşê dê bibe sedema zêdebûna penceşêrê.”

Her wiha pirsgirêkên ava vexwarinê jî hene.

“Erdhejê zirareke mezin da binesaziya avê li bajarê me.”

Her wiha pirsgirêke din heye.

“Rayedaran ji me re gotin ku dê nexweşxaneyek lezgîn a 400 cihên razanê bê çêkirin. Lê ev hîn nebûye.”

Lütfi Tiyekli erdhejê wek “laboratûwar” dibîne ku pêşî li xeletiyên pêşerojê bigirin.

“Li Tirkiyeyê ti carî erdhejek bi vê mezinbûnê çênebûye. Ger em ji xeletiyên ku li vir hatine kirin ders werbigirin, em ê baştir karibin li hember karesatên din bisekinin.”

Doktor berdewam kir:

“Divê em analîz bikin ka me çi rast kir, çi xelet kir.”

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer