Demirbaş girtin nexweşî û rewşa xwe ya niha dinirxîne.
Nivîskar: Gabar Çiyan/ CHAK Dokumentation Center
– Birêz Abdullah Demirbaş, ji kerema xwe re li ser biryarên dadgeh û raporên nexweşxanê hinek agehdarî bidine me…
Abdullah Demirbaş: Dadgeha taybetî ya Cezeyên Giran li Amedê (esas no 2010/444 ) ye. Red kirina dadeghê 06-07-2010 e. Lê redên din jî hene. Me 4 carên din jî serî lê da.
Li ser nexweşiya min hejmarek rapor hene, rewşa min di rapora Zanîngeha Egeyê (no: 113527), Zanîngeha Ankara Fakulteya Bijijkî (2774), Zanîngeha Dicle Fakulteya Bijijkî (1103), Lijneya Dil û Damaran li Zanîngeha Istanbulê (29-09-280), Adli Tiba Zanîngeha Istanbulê (118) eşkere xuyanî dike. Ev nexweşxane tev li Turkiyê naskirî ne û giring in.
– Tu çi demê weke şaredar hate hilbijartin? Ji derveyî karê rojane yê şaredariyê, qala mijûliyên xwe yên din bike…
Abdullah Demirbaş: Ez di 28 adara 2004 an de, bi % 56 dengan hatim hilbijartin. Li derveyî karên şaredariyê, ez pir dixwazim pirtûkan bixwînim, li mûzîkê guhdarî bikim û bimeşim. Ez dixwazim bi xwezayê re tenê bimînim, bijîm. Dema fersenda min çêbibe herim deverên xwezayî. Xeyala min ya herî mezin ew e ku, jiyana xwe di xaniyekî bi dar, şînayî ku li serê çiyê ava bûye, derbas bikim. Ez ji pêkanîna vê dixebitim, hewil didim.
Di 2007 an de destê min ji kar hate kişandin. Di 2009 an de carekî din bi % 66 dengan hatim hilbijartin.
– Tu çi demê hate girtin? Qonaxa hepskirinê çawa pêk hat?
Abdullah Demirbaş: Di 24/12-2009 an de hatim girtin. Bi qasî 6 mehan girtî mam. Rewşa fizîkî û psîkolojîk nebaş bû. Bi taybetî ji aliyê sihetê ve, mirov nikarîbû analîzên pêwîst pêk bîne. Ji bo nexweşiya xwe dîtina doktoran pirgirêk bû. Di peydekirina xwarinên ji bo nexweşiyê de problem hebû. Hemû xwarin li min nedihat, xwarinên ku xwînê sivik bike pêwîst bûn. Sînorkirina çûn û hatin, hereket kirinê dezawantaj bû.
– Rewşa nexweşiya te berî xistina hepsê çawa bû? Sedema ku rewşa siheta te li hepsê giran bû çibûn?
Abdullah Demirbaş: Nexweşiya min di 2001 de derket holê. Piştre min bi tedawi û analîzên pêwîst nexweşiya xwe xistibû bin kontrolê. Zêde serêş ji min re çênedikir.
Rewşa hepsê, ji aliyê kêmasiyên analîz û xwarinê, fizîkî û rûhî ve bandorek neyênî li min kir. Beşek ji laşê min sor û şîn dibû. Ez dikuxîiyam. Xwîn vedireşiyam. Ji bêvila min xwîn dihat. Bê hereketîç xwarina ne bi rêkûpêk û analîzên di wextê xwe de pêk nedihat û kêmûzedekirina dermanan nexweşiya min girantir û rewşa siheta min xiraptir dikir.
– Te ji ber sedema nexweşiyê berdan. Lê qedexeya derketina derveyî welêt heye. Dadgehên li dijî we didomin. Vê kêliyê siheta te çawa ye? Doktorên te çi dibêjin?
Abdullah Demirbaş: Belê, hejmarên dawayên li dijî min hatine vekirin, zêdetir bûne. Bi giştî 27 dawe hatine vekirin û dixwazin 212 sal hepis ji min re tê xwestin.
Ji aliyê bijijkî tiştekî ji min re bê kirin, li Turkiyê nemaye. Ez tiba alternatîf bikar dihênim. Tedawiya şînayî û bio enerjî. Doktor rewşa min baş nabînin. Lê moralê min baş e û heta ji min tê ez li xwe dinêrim, hay ji xwe dikim.
– Îcazeya derketina te ya derveyî welêt çawa dikare pêk were? Çima derketina te giring e? Hêviyên te çi ne?
Abdullah Demirbaş: Dermanê niha bandorekî neyênî li min dike. Dijitiya laşê min ya genetîkî heye li dijî wan dermanan. Ez zêde distînim û zêdebûna dermanan xwîna min sivik dike, dibe mîna avê û rê ji bo nexweşiyên nû vedike. Dema mecala derketina derveyî welêt hebe, ew ê analîzê genetîkî pêk bihênin û şensê min ceribandina dermanê nû çêdibe. Şensek wisa dikare êşa min kêm bike û siheta min baş bibe.
Dema dadgeh bixwaze dikare qedexeya li ser min rake. Ez şaredar im. Navnîşana min diyar e. Dema li ser pirsê raya giştî dengê xwe bilind bike dê pir baş bibe. Gava pirs here ber destê serokomar, serokwezîr û wezîrê edaletê û parlamantoyan dê pir baş bibe. Bi taybetî agehdarkirina parlamentoya Ewropayê û parlamentoyên endam giring e. Her wisa ji bo agehdariy araya giştî pirs bê rojeva medyayê dê baş bibe…