Jina Kurd Aynur Bayram, li zozanên Kirklar, li navçeya Tavşançanli ya ser bi Konya ve, ji dayîk bû ye. 

NESRÎN BAYRAM

Ew di malbateke 8 zarokî de mezin bû ye, ew keça herî biçûk bû ye.

Zarokên ji wê mezintir li zozana Kirklar jidayîk dibin.  Lê belê, ji ber ku zarokê li pêşiya Aynur dimire, dema ku diya wê bi wê ducan e, di dema jidayîkbûnê de, diya wê biryarê dide ku biçe nexweşxaneyê.

Bi vî awahî, Aynur, yekemîn zarokê zozanan e, ku li nexweşxaneyê çêdibe.

Navê Aynur hemşîreya nexweşxaneyê li wê dike. Li wêzozanê, yekemîn navê Aynur jî navê wê ye.

Piştî ku dibistana seretayî li gund diqedîne, ji bo ku birayên wê xwendina xwe temam bikin, tevî malbata xwe, di sala 1975 de bar dikin 1975 Ankara. Aynur di dawiya 1978 de, piştî ku dibistana navîn diqedîne, bar dike Danîmarka.

Li Danîmarka dest bi dibistana amadekariyê dike.

Di dibistanê de Aynur, xwendevaneke birêkûpêk bû. Hem bi kincên xwe. Hem jî bi rabûn û rûniştina xwe, ji ber vê yekê dema ku cara yekemîn derbasî sinifê bû, xwendevanan texmîn kirin ku ew mamosta ye, heta ku li cihê xwe rûnenişt û pênûs nexwest kesekî bawer nekir ku ew jî xwendevanek e.

Hevalên wê, ji bo ku ziman fêr bibin mehên dûr û dirêj derbas kirin, lê belê Aynur di şeş mehan de, di demeke kurt de sinifa amadekariyê qedand û derbasî sinifa normal bû.

Piştî sinifa 7’mîn, li kêleka danîmarkî ew êdî fêrî înglîzî û almanî bûbû.

Li Danîmarka perwerdeya dibistana gelî 10 sal in, lê bel Aynur di 9 salan de qedand. Piştre derbasî dibistana bilind bû.

Bi vî awahî Aynur dibe yekemîn jina biyanî ku li Danîmarka Lise dixwîne.

Ew di sala 1983 de dest bi xwendina lîse dike.

Ji ber ku bav û diya wê pîr bû, Aynur gelek zehmetiyan dikişîne.  Nas, dost û mirovên wê gelekî zoriyê didin wê, ji bo ku ew xwendina xwe temam neke. Ew jî dibe sedema ku ji aliyê malbatê ve jî bikeve bi zoriyan. Malbat ditirse ku Aynur bikeve nava civaka danîmarkî ji kultura xwe bidurkeve û weke danîmarkiyan bijî.

Ji ber ku Aynur diçû dibistanê, li malbata wê zoreke feudal çêdibe û li pêşiya wê astengî derdikevin, ji bo ku xwendina xwe temam neke. Bav û diya wê jî êdî digihên wê baweriyê ku Aynur xwendina xwe temam neke.

Birayên Aynurê xwedî li wê derdikevin û guh nadin derdorê û ji bo temamkirina xwendinê li pişta wê disekinin.

Bi piştgiriya birayên xwe jina keça Kurd Aynur xwendina xwe bi serkeftin berdewam dike.

Piştî ku sal derbas dibin, ew malbatên ku hewl dida li pêşiya xwendina Aynur bibin asteng, bi demê re poşman bûn, poşmanbûna xwe li hember Aynur û malbata wê eşkere anîn ziman.

Bêguman piştre, êdî Aynur bûbû nimûneya jina serkeftî, di nava wan malbatan bi xwe de.

Ji ber ku Aynur Bayram yekemîn jina biyanî bû ku lîse diqedand, di medyaya danîmarkî de, pir li ser wê hate nivîsandin. Gelek hevpeyvîn û nûçe di derbarê wê de hatine weşandin.

Di medyaya danîmarkî de Aynur weke nimûneyeke jina biyanî ya serketî hate destnîşankirin. Di ware entegrasyonê de jî Aynur bûbû nimûneya jina ku tevlî civaka danîmarkî bû û bi serket, serkeftina wê jî weke gaveke erênî hate nirxandin.

Ji vê serkeftina xwe, Aynur Bayram gelek spasname jî ji rayedarên danîmarkî wergirtin.

Piştî ku lîse qedand, Aynir dibistana mamostetiyê diqedîne.  Destpêkê weke mamosta kar dike.  Piştre dersên danîmarkî dide biyaniyan.

Piştre di daîreyên fermî de weke wergêra kurdî, tirkî û danîmarkî kar dike. Wergêriya sondxwarî dike.

Li kêleka van karan, Aynur dest bi karê turîzmê jî dike, perwerdeya wê dibîne.

Aynur Bayram 17 salan mamostetiyê dike.

Piştre derbasî ticaretê dibe. Dikeve nava karê gastromiyê. Piştre bîriyên tercumaniyê vedike û ji tercumanên nû re kar peyda dike.

„ Eger ez li Tirkiyê bama, ezê bêhtir serkeftî bama…” Aynur dibêje: 

“Cîwarbûna li Danîmarka ne bi destê min bû, ew biryreke malbatê bû.  Li gora zagonên wan salan, ji ku ku birayê min yê 18 salî li vê derê mafê rûniştinê bistandiba, malbat hemû hat li vir bi cih bû..”.

Dema ku Aynur diaxife di çavên wê de xemgînî diyar dibe: “Min pir hez dikir li Ankara bijîm, dibistana min, hevalên min…min nexwest ji wan qut bibim, malbata min bi soza ku emê vegerin Ankara ez animi vir, piştre me fêm kir ku emê êdî nikaribin vegerin, di vî temenê xwe de weke ku ez li Ankara dijîm, bi xeyala sê salan…”

Aynur berdewam dike: “Wan deman fêrbûna ziman ne ewqas hêsan bû, nîvê weke derfetên van deman tune bû.  Ji ber ku em şagirtên destpêkê bûn. Kesek tunebû ku berî me hatibe û me fêr bike, kesekî em fêrî yek gotinê jî nekirin, kesek tune bû.  Ji ber ku mezinên me ziman nizanibûn, zimanekî ku me nizanibû, kultureke ku me nedîtibû, me gelekî zehmetî dîtin…”

Dema ku me pirs kir, eger tu li pişt xwe binêrî, çi difikirî?

Aynurê got: “Di serî de ez bi xwe serbilind im. Ji ber ku dema ez nû hatim, min bi yek gotineke danîmarkî jî nizanibû,  niha li kêleka danîmakî, bi înglîzî, frensî û almanî diaxifim. Tevî hemû bêderfetan jî ez dibînim ku bi serketim, ev min serbilind dike…“

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer