Li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê di dibistanek ku navê wê Erebistane, zimanê Kurdî tê de tê xwendin. Ew dibistan ji aliyê rejîma Baasê ve, bi Erebistan hatiye bi nav kirin û ew jî ji bo bîranîna Herêma Erebên Erebistana Îranê ye.

Di Erebistanê de, piraniya xwendekaran Kurdên Qamişlo ne. Hejmarek baş jî, ji Erebên navçeya bajêrin.

Amadebûna waneyên zimanê Kurdî ne bi zorêye, xwendekarên ku amade dibin bi daxwaza xwe tên waneyan dixwînin.

Hêjmara xwendekarên dibistana Erebistanê 500 xwendekare, ji herdû regezan û ji temenên cûda ne.

Di derbarê vê dibistanê de serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Feysel Yûsif ji Rûdawê re ragihand: “Piştî hebûn û rola rejîmê Baasê li bajarê Qamişlo lewaz bûye, ji bo fêrbûna zimanê kurdî diyardeya fêrkariya zimanê Kurdî, bi awayekî berfireh dest pê kiriye.”

Feysel Yûsif diyar kir ku ev diyarde piranî, di bin çavdêriya partiyên siyasî yan jî Komeleyên Civaka Sivîl de tê bi rêvebirin.
Yûsif da xuyakirin ku ev kar ji bo zimanê Kurdî têr nake û wiha pêdeçû: “Divê Kurdî wekî ziman di zagona dewletê de bê nasandin. Kar û xebat ji bo danîna ziman bi şêwaza perwerdeyî bên kirin û ji xwendekaran re were pêşkêş kirin.”

Serokê ENKSê Feysel Yûsif destnîşan kir ku ziman nasname û kesayetiya mirovan; ji ber vê yekê divê zimanê Kurdî bi awayekî akademîk ji qonaxên destpêkê yên dibistanan dest pê bike.

Xwendekarê bi navê Arî jî nerîna xwe wiha got: “Piştî asîmlasyona rejîma Baasê ya ewqas sal û ji ziman mayîna min, xwesteke min ya fêrbûna zimanê Kurdî gelekî mezin bibû. Niha jî fersend hatiye ku ez hînî zimanê xwe yê zikmakî bibim. Ez gelekî dilxweşim ku zimanê xwe li welat û bajarê xwe dixwînim.”

Arî da zanîn ku vekirina dibistana Erebistanê saet 14.00an dest pê dike û li her poleke dibistana wan 20 xwendekar hene. Arî diyar kir ku xwendekarekî temenê wî 55 salî, di pola wî de ji bo fêrbûna zimanê kurdî beşdarî waneyan dibe.

Nesrîn jî keçeke kurde û xwendekara dibistana Erebistanê ye. Nesrîn ji Rûdawê re dilxweşiya xwe anî ziman û got: “Xewna min bû rastî û ez sembolên zimanê xwe yê zikmakî vedikin.” Nesrîn diyar kir ku dema ew fêrî tîpa yekemîn a zimanê Kurdî bûye, nas kiriye ku nirxa azadiyê çiqas bihaye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em niha di destpêkê de ne, ez gelek dixwazim zû bigihim qonaxên bilindtir.”

Rudaw.net

Kommentér via Facebook

kommentarer