Amerîka û Yekitiya Ewrûpa piştgirî dan biryara PKKê ya vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyê û wek gavek erênî nirxandin.

Berdevkê wezareta derve ya Amerîka Patrick Ventrell, li ser biryara PKKê ya vekişandina hêzên xwe ji nav Tirkiyê de ji rojnamevanan re ragihand, Washington vê yekê erênî dibîne û wiha axivî:

“Ev, gavek e ji bo bidawîkirina tundiya ku zêdetirî 30 sal e didome. Hikûmeta Tirkiyê û hemû aliyên pêwendîdar ji bo aştiyeke mayînde gavên wêrek avêtine û em vê yekê erênî dibînin. Amerîka dê li ser piştgiriya xwe ji bo pêşxistina demokrasî û jiyana welatiyan li Tirkiyê berdewam be.”

Yekitiya Ewrûpa jî piştgirî da biryara vekişîna hêzên PKKê ji Tirkiyê û ragihand, ev biryara gavek nû ji bo bidawîkirina terorê û dabînkirina maf û pêşxistina aştiyê li Tirkiyê ye.

Kommentér via Facebook

kommentarer