Encumena Bilind a Dadweiya Iraqê ji parlamentoya Iraqê xwest, tedbîrên qanûnî ji bo tijîkirina valahiya serokomar bigire. Serokê lêjneya yasayî ya parlamentoya Iraqê Xalid Şiwanî jî li hember daxwaza encumena dadweriyê nerazîbûn nîşan da. YNKê jî dibêje, daxwaziya encumenê siyasî ye.

Encumena bilind a dadweriya Iraqê îro (13.05.2013) di daxuyaniyekê de ragihand, serokatiya encumena dadweriyê ji serokê parlametnoya Iraqê Osame Nucêfî xwestiye, ji ber ku demek dirêj e cihê serokomarê Iraqê ji ber têkçûna Celal Talebanî vala maye tedbîrên qanûnî ji bo tijîkirina wê valahiyê bigire.

Ji aliyekî din, serokê lêjneya yasayî ya parlamentoya Iraqê û endamê rêveberiya YNKê Xalid Şiwanî li hember daxuyaniya encumena dadweriya Iraqê ji bo “tijîkirina valahiya Talebanî” nerazîbûn nîşan da.

Li gorî nûçeya PUKmedia, Şiwanî diyar kir ku lêjneya yasayî daxwaza îro ya encumena dadweriya Iraqê ya ji bo tijîkirina valahiya serokomar gaveke “neqanûnî” nirxand, ji ber ku qanûn rê nade wê encumenê ku daxwaziyeke wiha ji parlamentoya Iraqê bike.

Endamê rêveberiya YNKê Xalid Şiwanî her wiha anî ziman ku li gorî madeya 72 a destûra Iraqê, eger cihê serokomar “vala” be wê demê tijîkirina cihê serokomar tê rojevê lê niha cîgirên serokomar erkên wî birêve dibin lewma daxwaziyeke wiha qanînî nîne.

Berdevkê YNKê Azad Cundiyanî jî piştgirî da daxuyaniya serokê lêjneya yasayî ya parlamentoya Iraqê û ragihand, daxuyaniya encumena dadweriya Iraqê siyasî ye.

Serokomarê Iraqê Celal Talebanî nêzîkî 5 meh e ji ber têkçûna rewşa tenduristiya wî li ser erka xwe nîne û niha li Almanya tê dermankirin.

Li gorî destûra Iraqê, eger cihê serokomarê welêt mehekî vala be divê serokomarekî nû bê hilbijartin lê eger ev valahî ji ber nexweşiyê yan tiştekî taybet be divê piştî 3 mehan serokomarekî nû bê destnîşankirin.

Kommentér via Facebook

kommentarer