Rewenda kurdî li Norveçê dê roja îniya bê ji bo piştgiriya girtiyên siyasî, sivîl û kolberên rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanê bike.

Yek ji organîzatorên xwepêşandanê bi navê Kerîm Ellaweysî ji Rûdawê re got: “Ji bo piştgiriya girtiyên siyasî, sivîl û kolberên rojhilatê Kurdistanê li bajarê Osloya paytexta Norveçê xwepêşandanek tê sazkirin.”

Ellaweysî da zanîn, xwepêşandan dê roja îniyê (31.05.2013) ji aliyê Komîteya Namzediya Kebûdwerd ji bo xelata aştiyê ya Nobel ve li ber avahiya parlamentoya Norveçê tê were lidarxistin.

Li gorî agahiyên Ellaweysî, dê nameyekî bidin parlamento û wezareta derve ya Norveç. Kerîm Ellaweysî wiha axivî: “Çawa ku em di nasandina jenosîda li dijî kurd de bi ser ketin emê di vê çalakiya xwe de jî ser bikevin.”

Wî organîzatorê xwepêşandana Osloyê diyar kir ku piraniya hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanê soza piştgirî û beşdariyê dane wan, her wiha nûnerên partiya sosyalîst a çepgir a Norveçê jî dê beşdarî xwepêşandanê bibin û wiha anî ziman: “Em hêvîdar in ku kurdên beşên din ên Kurdistanê jî bi pratîk nîşan bidin ku sînorê navbera kurdan bêwate ye.”

Mihemed Sidîq Kebûdwend, serokê saziya mafên mirov a Kurdistanê ye ku niha li Îranê girtiye. Beriya niha parlamenterê norveçî û endamê partiya sosyalîst a çepgir Aksel Hagen dest bi xebatên namzedkirina Kebûdwend ji bo wergirtina xelata aştiyê ya Nobel dest pê kiribû.

Li gorî amarên nefermî, li Norveçê zêdetirî 12 hezar kurd dijîn.

Her sal bi dehan kolberên kurd li ser sînorê navbera Îran, Iraq û Tirkiyê bi hêceta qaçaxtiyê ji aliyê hêzên wan dewletan ve tên kuştin.

Kommentér via Facebook

kommentarer