Meclisa Parlamenterên Konsêya Ewrûpa (MPKE) ku ji parlamenterên welatên endamên Konsêya Ewrûpa pêk tê, di rapora xwe ya li ser Tirkiyê de peyva “Terorîzma PKKê” derxist û li şûna wê “pevçûn” nivîsand û gerîlayên PKKê jî wek “çalakvan” bi nav kir.

Li bajarê Strasburg ê Fransa, MPKE îro (23.04.2013) li ser rapora Tirkiyê ku ji aliyê senatorê Fransa Josette Durrieu ve hatibû amadekirin, gotûbêj kir.

Durrieu di civînê de li ser rewşa Tirkiyê axivî û diyar kir ku mirov nikare gavên ku Tirkiyê di warê reforman de di heyama 10 salên dawî de avêtiye, înkar bike.
Senator Durrieu her wiha got ku dê piştî hilbijartinên giştî û encumenên şaredariyan dîsa rewşa Tirkiyê binirxînin.

Di civîna MPKE de, parlamenterê Mêrsînê yê BDPê Ertugrul Kurkçu ku endamê meclisa han e, pêşniyar kir ku di raporê de li şûna “Pirsa kurd û terorîzma PKKê bû sedena mirina zêdetirî 40 hezar kes” risteya “Pirsa kurd li Tirkiyê û şerê navbera dewleta tirk û PKKê bû sedema mirina zêdetirî 40 hezar kes” bê nivîsandin.

Pêşniyara Kurkçu hat qebûlkirin û bi vî awayî li şûna “terorîzma PKKê” pevya “pevçûn” hat nivîsandin. Her wiha di raporê de gerîlayên PKKê jî wek “çalakvanên PKKê” hat binavkirin.

Di beşek din a raporê de li şûna “saziyên tirk û gelê tirk” peyvên “sazî û welatiyên Tirkiyê” hat nivîsandin.

Di dawiyê de rapor bi 142 dengên “belê”, 35 dengên “nexêr” û 6 dengên vala hat qebûlkirin.

Konsêya Ewrûpa sala 1949 hatiye avakirin û di warê mafên mirov, demokrasî û serdestiya hiqûqê de xebat dike.

Konsêya Ewrûpa tu girêdaneke wê ya organîk bi Yekitiya Ewrûpa re nine lê ala wê ji aliyê Yekitiya Ewrûpa ve tê bikaranîn.

Kommentér via Facebook

kommentarer