Li Tirkiyê êdî kirîn û firotin û bikaranîna meşrûbên alkolî ji saet 22:00 heta 06:00 qedexe ye, her wiha reklamê firotin û kirîna wan jî nayê kirin. Di qanûna nû de cezayên giran jî hatiye kifşkirin. CHPê jî bitundî nerazîbûn nîşan da.

Li gorî nûçeya ajansa Anadolu, parlamentoya Tirkiyê îro (24.05.2013) pêşniyara Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ji bo sererastkirina qanûna bikaranîn û kirîn û firotina meşrûbê alkolî û cixarê pesend kir.

Li gorî qanûna nû, kirîn û firotin û bikaranîna meşrûbên alkolî ji saet 10ê şev heta 6ê sibê qedexe ye, her wiha nabe kes di vê heyamê de reklama vê yekê jî bike.

Her wiha divê wek çawa li ser pakêtên cixarê zirarên kişandina cixarê tê nivîsandin zirarên vexwarina meşrûbên alkolî jî bê nivîsandin û ji aliyê wezareta tenduristiyê ve bê qebûlkirin.

Li gorî qanûna han, li hemû navendên giştî, perwerde, saziyên dewletêû li nav rê de vexwarin û firotina meşrûbên alkolî qedexe ye û kesên ku vê sûcê bikin dê bi 10 hezar lîre (nêzîkî 7 hezar dolar) heta 100 hezar lîre (nêzîkî 70 hezar dolar) bên cezakirin.

Di beşek din a qanûna nû ya meşrûbên alkolî ya Tirkiyê de hatiye gotin ku nabe meşrûbên alkolî bifroşin kesên ku temenê wan ji 18an kêmtir e her wiha nabe kesên ku temenên wan hêşta nebûye 18 di kirîn û firotina meşrûblên alkolî de bixebitin.

Di qanûnê de hatiye diyarkirin, yên ku dixwazin meşrûbên alkolî bifroşin yan jî berhem bînin divê destûra fermî werbigirin û hemû pîvanan bicîh bînin.

Beriya niha li Tirkiyê şofêrên ku bi rêjeya 0.50 promîl alkol bikar dihanîn bi 700 lîre dihat cezakirin lê di qanûna nû de ev rêje hat daket 0.21 promîl.

Di qanûnê de cixare jî nehat jibîrkirin û hat gotin ku ji vir û pêde kişandina cixarê li nav otomobîlan de tê qedexekirin.

Ji aliyekî din, partiya komarî ya gel a Tirkiyê (CHP) ku hêza opozîsyonê ye sereke ye li wî welatî, li dijî wê biryara parlamentoyê derket û ragihand, qedexekirina alkol û meşrûbên alkolî “biryarek îdeolojîk” e.

Tê zanîn, AKP partiyeke îslamî ye û li gorî CHPê AKP dixwaze “pîvanên îslamî” li şûna “pîvanên laîktiyê” yên Ataturk danê.

Tê gotin cara yekê ye ku li Tirkiyê biryarek wiha tê dayîn û meşrûbên alkolî di vê astê de tê qedexekirin.

Kommentér via Facebook

kommentarer