Kongra Netewî

Perspektiv 1

Silav û rêz / Kongra Netewî

Berî ku dest pê bikim, germtirîn silav û rêzên xwe pêşkêşî cemîyeta Kurdistana Nwê, xwendkar û xebatkar û nivîskarên wê dikim. Kêfxweşim ku emê heftê carekê li vî quncikî bi we re bim. Bi hêvîyên her hefte roja … di Perspektîv de bi perspektîveke nû…

Îro, babeta Pirs û çarenivîsa Kurd bi qasî ku li Turkîyê, di nav Turkande û di medyaya Turkîde tê nîqaşkirin û nirxandin, li Kurdistanê û di medyaya kurdî de nayê nîqaşkirin.  

Bala xwe bidin rojname û televizyonên turkî, babeta here germ Kurd e.

Rojava. (Kurd li Sûrîyê ber bi ku, ber bi çi diçin)?

Pêvajoya çareserîyê û bandorî û pevgirêdanên Bakûr û Rojava?

Jinûve geşbûna teqînên Iraqê û rewşa aloz ya di navbera alîyên siyasî û mezhebî û etnîkî de?

Û di demeke wehade, berhevkirina Kongra Netewî (ku Ocalan bi salan berî niha pêşnîyar kir û piştî destpêkirina Pêvajoya çareserîyê jî, Newroza 2013 ya Amedê – daxwaz kir.

Bi Kongra Netewî kart ji nû ve li hev dikevin!

Herçend berê jî çend carek gotegotên ragîhandina dewleteke Kurdî di medya û reya giştîda deng veda, bipaşdexistina Kongra Netewî (KN) eşkere dike hîç amadekarîyeke Kurd´an ji bo wê hedef û armancê tunebûye. Hege na, KN ku yekem hingava Kurd e ber bi netewebûn, carê carkî nedihat bipaşdexistin.

KN ne organîzasyoneke teknîkîye belku biryar û bûyereke girîng û dîrokîye  ji bo gelê Kurd. Bi KN gişt kartên siyasî û hizbî ji nûve lihev dikevin û sînorên siyasî ji nav perçeyan radibin.

Bi KN, ew sînorên ku ji 92´yan virde di navbera perçeyande hatîye hûnan dê hêdî hêdî rabin û divê rabin. Bo nimûne têbînî û têrwanînên Bakûrîyek li ser Başûr, an Başûrîyek li beramber Bakûr, dê wek ”desttêwerdan” neyê dîtin.

Bi KN gelek pirsên ku bandorî li ser rewş û çarenivîsa Kurd (bi giştî) dike, dê ji qalibê herêmî û hizbî û perçe derkeve û bibe babet û mijareke giştî li ser astê her çar perçe. Hêvîya here zêde ku KN dide min ev e.

Bo nimûne pirsa Peymana Stratejîk di navbera Partî û Yekîtî´yê de, dê idî ne tenê babeta taybetbe bo ronakbîrekî Kurdê Başûr. Her weha têbînî û pêşnîyar li ser Pêvajoya çareserîya pirsa Kurd (li Bakûr) dê idî ne tenê mafê PKK´ê û Kurdê Bakûr be belku mafê her kurdekî be li ku dibe bila bibe. Bi biryara KN ve, alîyên siyasî hebûna xwe li Rojava eşkere kirin ku tişta here rast a.

Herçend dev û zimanên fermî (an jî rasttire bêjin kesayetî û alîyên bibandor), hokarê(n) sistî û bipaşdexistina KN bi hinek xal û rewşên teknîkî û tengasîyên waxt û derfet ve girê didin jî, gelek faktor û hesasîyetên siyasî û hizbî di navbera hêzên sereke de, dewreke girîng dibîne. Kes inkarî li wê yekê nake ku KN hingaveke çend zor û zehmet û aloz e, lê gelek ji van zehmetî û alozîyan, zehmetî û alozîyên me bi xwe ne û di encama siyaset û nêzîkbûyîneke ne tendurust ya di navbera alîyên siyasî û perçeyên di jêr bandorîya wan de durust bûne.

Ji nihave bi qasî ku civata hizbî û reyagiştîya siyasî ya Kurd ketîye  

endîşe û heyecana ”gelo kî dê bibe serokê KN û kîj alî û kîj perçe dê çawa û bi çi rêjeyekê di organên KN de were temsîlkirin” kes gengeşîya wêya nake gelo KN divê li ser çi hedef û armancî bicive û çi peyam bide. 

Kongre an Konferansa Netewî hege dê tenê ji bo partîyên siyasî û serok û serkirdeyan nebe, hege dê organek be ji bo noneratîya netewî û bi çarenivîsa netewî re mijûlbe, pêvîste her ferdekî neteweya Kurd têbînî û pêşnîyarên xwe li ser wê bike û her weha li ser hokarên bipaşdexistina wê jî.

Kongra Netewî wek kart

Kongra Netewî ku biryarbû 15-17. Eylulê li Hewlêr´ê bihata lidarxistin, careke din hat bipaşxistin, vê carê bo 25. meha 11.

Komîta Amadekar di daxuyanîya xwe de hoyên bi paşdexistina Kongrê bi hilbijartinên Herêma Kurdistanê ve girê dide. Wek ”bahane” hokarekî çend maqûlbe jî, nelihevkirina PKK û PDK li ser rêjeya nuneratîyîya perçe û partîyan, li ser konsept û çawanî sazdan û bi muesesekirina Kongrê û li ser vîzyon û mîsyon û desthilata Kongrê, hokarên rasteqînene ku di nav reya giştîde jî tê axavtin.

Lê gelo di rastîda Kongra Netewî ji ber van hokaran tê paşdexistin?

Hege hûn ji min bipirsin naxêr!

Her yek ji van hokarane çend maqûl û cîyê fehmkirinêbin jî, sebeba paşdexistina Kongra Netewî ne ev in. Sebeb Turkyaye. Di pirsa vê Kongrê de, destê li ser dîreksiyonê Kurdbe jî firêna Kongra Netewî li Turkîyaye.

Ew kongreya ku AKP/Turkiye dixwast Hewlêr jêre mazûvanî bike ne ev Kongre, belku kongre an konfransek bû ku bang li PKK´ê bike çekan bêdeng bike.

Lê, ev Kongre ku li ser pêşnîyar/daxwaza Ocalan wek fînala her 3 konferansên Enqere, Bruxel û Amed hat rojevê, pêvîstî bi vîzyonekî hevbeş û stratejîyek hevbeş heye ku ew jî mixabin vê lehzeyê li holê nîne. Lema jî dema em gihîştin 25. meha 11, ew pirs û astengîyên ku bûn sebebê paşdexistina Kongrê ji holê ranebûne, hege kûrtir nebûbin!.

Berî her tiştî, berhevkirina Kongra Netewî bi xwe, bi tena serê xwe di wateya pûçkirina pêymana Lozanê´de ye. Bi Kongra Netewî pêymana Lozanê pûç dibe, betal dibe û di nav civata navdewletîda jî hîç itibar û wateyeke xwe namîne. Peymana Sewr´ê çawa bi bê dengî di nava kemtir ji 3 salên zemande mehya û dûre jî bi pêymana Lozan´ê hat feremoşkirin, pêymana Lozanê jî bi sazdana Kongra Netewî, noneratîya her çar perçên Kurdistanê, bi amadebûn û çavdêrîya nunerên civaka navdewletî û gelek welatên ku di bin pêymana Lozanêde mor û îmzayên wan hene… her eve bi xwe feremoşkirina pêymana Lozan û Qesrî şirîn pêkve dibû.

Bala xwe bidin vê lihevçûna balkêş.

Peymana Sewr´ê sala 1920 tê îmzakirin. Hîna egerên peymanê nehatine çîbicîkirin, Ataturk di cenga Trakya de orduya Yunanan têk dişkêne û derfeta tûreke nû ya muzakereyan (li ser Sewr´ê) bi dest dixe ku ew jî Muzakereyên Mudanya´ye.

Pêymana Lozanê (1923) ne tenê soza Dewleta Kurdî feremoş kir belkuKurdistanji nûve perçe kir. 

Hege Kongra Netewî berî mudaxeleya Amerîkayê bihatiba sazkirin, hum Rojava digihîşt statuyek û hum jî karta destê Kurdan li hemberî Turkîyê bihêztir dibû. Berevajî; hege encama mudaxelê wek destkevt û palpiştek bo Turkîyê vegere, hinge şorişa Rojava û pêvajoya çareserîyê jî dikeve jêr metirsîyê.

Pêvîste herkes bizane, sazdana Kongra Netewî çend di wateya feremoşkirina pêymana Lozan´êdabe, paşdexistin û feremoşkirina wê jî rîsk´a Lozaneke nû hinde zêdetir dike. 

Bo rexne û pêşnîyarên we: mesutzilan@hotmail.com

Kommentér via Facebook

kommentarer

2013-09-13T11:48:13+00:0013, september, 2013|Kurdî, Kurmancî|
Websiden bruger cookies og analytics. Ok