Barzanî: Divê destûr bikeve referandumê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku divê destûra Herêma Kurdistanê bikeve referandumê û êdî ji vê zêdetir dereng nemîne. Endamê lêjneya pêdaçûna destûrê û parlamenterê berê yê YNKê Kerîm Behrî jî diyar kir, eger destûr neyê hemwarkirin jî mirov dikare bixe referandumê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh (19.05.2013) digel endamên lêjneya pêdaçûna destûra Herêma Kurdistanê re civiya.

Endamê lêjneya yasa ya parlamentoya Kurdistanê Zana Rostayî ku beşdarî civîna duh bibû, ji Rûdawê re got: “Di civînê de serokê Herêma Kurdistanê bi rijdî diyar kir ku divê destûr bikeve referandumê û ji vê zêdetir dereng nemîne.”

Rostayî diyar kir ku Barzanî gotiye paşxistina destûrê dê zirarê bide gelê kurd û piraniya kesên ku beşdarî civînê bûn tevlî nêrîna Barzanî bûn ku divê destûr bikeve referandumê û wiha anî ziman: “Tenê ez dijî wê nêrînê bûm ji ber ku ez wek endamekî opozîsyonê alîgirê wê me ku destûr vegere parlamentoya Kurdistanê û bê hemwarkirin. Ji ber ku divê lihevhatinek neteweyî li ser destûr û hinek qanûnên din pêk bê.”

Opozîsyona Herêma Kurdistanê ku ji tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan û Komela Îslamî ya Kurdistanê pêk tê dibêjin, divê destpêkê destûr bê hemwarkirin paşê bikeve referandumê.

YNK jî ku hevpeymana PDKê ye, piştî ku digel tevgera Goran rêkeftina Debaşan îmze kir biryar da destûr vegere parlamentoyê.

Ji aliyekî din endamê lêjneya pêdaçûna destûrê û parlamenterê berê yê YNKê Kerîm Behrî diyar kir ku eger destûra Herêm Kurdistanê neyê hemwarkirin jî mirov dikare bixe referandumê lê ya baştir ew e bikeve referandumê.

Di civîna duh de serokê lêjneya pêdaçûna destûrê û sekreterê parlamentoya Kurdistanê Firset Ehmed, behsa çwaniya dariştina destûrê û pêkhateya lêjneyê kiribû û diyar kiribû, di lêjneyê de nûnerên hemû pêkhateyên etnîkî, dînî û siyasyî yên Herêma Kurdistanê hene.

Ehmed ragihandibû ku dariştin û nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê 7 salan ajotiye û ji destûrên 40 welatên cîhanê sûd hatiye wergirtin her wiha nêrînên zana û pispirên biyanî û navxwe derheqê nivîsandina destûrê de hatiye wergirtin û beriya ku destûr ji aliyê parlamentoyê ve bê pesendkirin 5 hezar pêşniyar û şirove ji aliyê gel ve ji wan re hatiye şandin.

Kommentér via Facebook

kommentarer

2013-05-20T22:16:08+00:0020, maj, 2013|Kurdî, Kurmancî|
Websiden bruger cookies og analytics. Ok