Gelek kêmnetewên Kurd hene li Anatoliya Navîn, mînak li Qonye, Heymana, Kirşehîr, hwk. Piraniya wan zimanê xwe ji bîr nekirin, ji bilî Kurdên deverekê: Çorum.

DENIZ SERINCI, KOPENHAG

Nêzîkî 100 gundên Kurd hene li Çorumê, nîvê wan Elewî ne, nîv Sunî ne. Texrîben 150.000 Kurdên Çorumê îro hene. Gelek li Ewrûpayê dijîn jî, li Elmanya, Fransayê, Danîmarkê, hwd. Tê gotin ku beşek ji gundên Kurd ji aliyê Siltanê Osmanî, Yavuz Sultan Selîm, ve hatin şandin Çorumê wekî xelat, ji ber ku dijî dijminê Faris, Safewî şer kir. Tê tehmîn kirin ku beşek din ji Kurdên Çorumê ji Dêrsimê di salên 1700 û 1800ê hatin. Di nav eşîretan de Milan, Kavlî, Canbeg û Çakallî heye. Dîroknasan dibêjin ku Milan û Kavlî ji Perteka Dêrsim hatin sirgûnkirin piştî 1715, ji ber nakokiyek li navbera van û rayedarên Osmanî. Di salên 1750an de gav bi gav Kurdên ku nû hatin gundên xwe ava kir. Eslê eşîreta Canbeg ne diyar e, lê tê gotin ku ji Meletê an Mereşê, ji ber ku di dîrokê de ev eşîret li vir bû ye.

Eşîreta Çakallî di sala 1800ê de hate Çorumê û eslê wan ji Besnî ye li Semsûrê û beşek ji federasyona mezin, Reşwan. Hê jî gundên Çakallî hene li Besnî, mînak Akkuy, ku dîsa Kurdî diaxive.

Her çend ku hejmarên gundên Kurd li Çorumê gelek e, ev bi asîmîlebûna xwe û nezanîna Kurdî tê naskirin. Normalî pîr û kalan Kurdî dizanin, lê ciwan zimanê xwe winda kir û tenê bi Tirkî diaxivin. Sedema vê gelek e.

Li gorî Engin Can, ku di zanîngeha Odensê li Danîmarkê de dîrok xwendiye û bi xwe Kurdê Çorumê ye, herêma cihnişînê ya gundan pir girîng e.

”Li dora gundên Kurd li Çorumê bi piranî gundên Tirk hene. Dema hemû cîranên te Tirk in, tu jî zû Tirk dibî, asîmîle dibî û zimanê xwe ji bîr dikî,” Can got ji Rûdawê re.

Li gundên Kurd ên Çorumê wekî Gopsen û Findikli gelek kal û ciwan Kurdî dizanin û sedema vê ev e ku cîran û dorên van du gundan jî gundên Kurd in.

”Yên ku Kurdî dizanin, ango kal û pîran, li zarokên xwe fêrî Kurdî nekir, ji ber bêtir girîngî daye Elewîtî û ne Kurdayetî,” Can berdewam kir.

Gelek endam û serokên Komeleyên Elewî li Ewrûpayê, Kurdên Elewî ne. Di sala 1980ê de nakokî û şer hebû li Çorumê navbera komên çepgir û Partiya Tevgera Neteweparêz (MHP), yek ji partiyên zêde rastgîr ên Tirkiyê ye. Elewî-Kurd girêdayê komên çepgir bû û rastî qetlîamek hatin û 50 kes jiyana xwe ji dest dan. MHP hebûna çepgiran û Elewîyan wekî tehdît dît.

”Ji ber ku Elewiyan wekî ”Elewî” hatin kuştin û ne ji ber nasnameya xwe ya etnîkî, Kurdên Elewî îro bêtir giringî didin Elewîtî,” Can got.

Lê tevî nezanîna Kurdî, kes dikare xwe wekî Kurd hîs bike, li gor Can:

”Bêgûman kes dikare. Ez, dotmam, pismam û hemû malbata min Kurdî nizanin, lê dîsa jî em xwe wek Kurd dibînin. Ev ne pirsa bûyîna Kurd e, ev pirsa hîskirina Kurd e.”

Kommentér via Facebook

kommentarer