8 endamên Parlamentoya Swêdê hewl dan ku wan keçên Kurd ên li Şengalê, Kobanê û deverên din ji alîyê DAIŞê ve hatine revandin bibînin.

Deniz Serinci

8 parlamenter belavokek şandin ji Wezîrê Derveyî yê Swêdê, Margot Wahlström re û daxwaza ketina tevgerê dijî DAIŞê kirin. Di nav yên ku îmze kirin de, du Kurd jî hene, Cebar Emîn û Emîne Kakebave.

“Ji bo girtina pêşiya komkujî, tecawûz û revandina keç û jinan û bikaranîna wan wek kolên seks, pêwîst e şerê navxweyî yê Sûriyê û DAIŞê bên rawestandin. Gerek Swêdê jî berpirsyara xwe bîne cih,” parlamenteran nivîsîn.

Parlamenteran dazwaz kirin ku hikûmeta Swêdê bi hevkariya Netewên Yekbûyî (NY) heyetekê bişîne ji hêrêmê re bo dîtina “jin û keçan ku li Kurdistana Iraqê, Iraqê û Rojava ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin.”

Desiree Pethrus, endama parlamentoyê bo Partiya Demokratên Mesihî, ku îmzeya xwe avêt belavokê, ji Rûdawê re got ku gellek keçên winda hatin firotin mêrên dewlemend li welatên Ereb ên Rojhilata Navîn.

“Divê zext li hikûmetên Ereb bê kirin ku li van keçan bigerin. Herwiha girîng e saloxgeriyan me bi hev re kar bikin bo dîtina van keçan,” Pethrus got.

Wê herwiha bang li Kurdan kir ku piştgiriya van keçan bikin, dema ew vedigerin malbatên xwe, ku dîsa karibin bibin beşek ji civatê.

“DAIŞê êrişê namûsa wan malbatan kiriye. Lê pir girîng e ku malbatan wan keçan veder nekin. Li cihê wê de wan qebûl bikin, alikarî lê bikin û biparêzin,” Pethrus got.

Şêwirdarê taybet ê NYê derbarê tundî dijî jinan, Reşide Mencû di meha bihorî de got ku “gellek jin û zarok li Iraqê hatin revandin – gellek ji wan hatin tecawûz kirin û firotin ji şervanên re wekî ‘melek yemîn’ ango kole.”

Li gorî raporteke NYê ku hefteya bihorî hate weşandin rêxistina radîkal li Sûriyê jî keçan direvîne.

Fredrik Malm, endamê parlamentoya Swêdê bo Partiya Lîberal, jî got ku bo rawestandina revandina keçan ji aliyê DAIŞê ve, lazim e Swêdê çek bide hêzên Kurd li Rojava.

“Em mecbûr in alikariya leşkerî bidin him Pêşmergên Kurdistana Iraqê, him Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Sûriyê,” wî ji Rûdawê re got.

Malm herwiha got ku Kobanê yek ji tek herêmên Sûriyê ye ku ji gellek ol û netewe pêk tê û pir penaber hatin wir bo parastin.

“Hefteya bihorî Mesihî li Kobanê parastî bûn – sibê metirsiya serjêkirina wan heye,” wî got.

Cebar Emîn, endamekî Kurdê Iraqê yê Parlamentoya Swêdê, roleke girîng di nasandina Swêdê ya komkujiya Seddam Husên, Enfal de list û îmzeya xwe avêt belavokê jî. Duhî wî ji di Facebooka xwe de nivîsî ku wî “xwest derbasî sînorê Kobanê be, lê artêşa Tirk destûr neda”.

Emîne Kakabave, Kurdê Iranê ye û berê Pêşmergeyeke jin, tirsîya ku qetlîam û revandinên Şengalê dîsa li Kobanê çêbin.

”Bila Swêdê bi hevkariya NYê û Yekîtiya Ewropayê niha bikeve tevgereke leşkerî û DAIŞê rawestîne,” Kakebave ji Rûdawê re got. Wî herwiha rexneya Tirkiyê kir û got ku endamê NATOyê pir pasîf tevdigere.

Pethrus rexneya Kakebave parve kir û bawer kir ku sedema siyaseta Tirkiyê ev e ku naxwazin alikariya dijminê xwe, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bikin.

“Lê, divê Tirkiyê û civata navnetewî hemû Rojavayî ji ber PKKê ceza nekin. Gerek e em PKK û sîvîlan ji hev re cuda bikin,” wê ji Rûdawê re got.

Wezîrê derveyî Wahlström heta niha bersiv neda belavoka van 8 parlamenteran.

Kommentér via Facebook

kommentarer