“Em pir memnûn in bi mêvanperwerî û alîkarîya gelê Roboskîyê, penaberên Êzdî dibêjin.

Deniz Serinci, Yilmaz Yildiz
Foto: Roboski Aileleri

Êzîyekî 60 salî, ku piştî dagîrkirina herêm û bajarê Şengalê ji aliyê rêxistina radîkal ya DAIŞ’ê ve reviya, li gundê Roboskîyê li Bakurê Kurdistanê ji ber nexweşî û tîbûnê jîyana xwe ji dest da.

Kesê jîyana xwe ji dest dayî yek ji 200 penaberên Êzdî bû ku piştî êrîşa DAIŞ’ê a li ser Şengalê çûbûn xwe li Roboskîyê girtibûn. Hebûna wan penaberan li Roboskîyê di çapemenîya Tirk de pir deng veda, ji ber ku mirovên Roboskîyê di sala 2011’an de bi xwe rastî qetlîamekê hatibûn û niha jî derîyên xwe ji penaberan re vedikin.

Velî Encu, serokê Komeleya Roboskîyê, ji Rûdawê re got ku hemwelatîyên vî gundî ji bo penaberan peran kom dikin, yên nexweş derman dikin û malên xwe ji wan re vedikin.

Encu, ku bi xwe jî di komkujîyê de birayê xwe yê 16 salî û 11 xizmên xwe winda kirin, ji Rûdawê re wiha got:

“Em bi xwe qurban in û amade ne hertim jî cihê xwe li cem qurbanên din bigrin. Em hertim amade ne alîkarîya wan bikin û êşa wan parve bikin.”

Wî behsa serdana malbatên Roboskîyê ji bo Somayê, ku 302 karkerên xwe di karesata li kana komirê ya navçeya Manîsa Somayê li Rojavayê Tirkîyê di meha Gulanê de winda kirin, kir.

Roboskîyê bi çiyayên xwe yên taybet naskirî ye. Derbaskirina van zehmet e. Eynî traktora ku ji bo birina termên qurbanîyên qetlîama Roboskîyê hat bikaranîn, niha jî ji bo birina pênaberên Êzdî tê bikaranîn.

Encu di berdewamîya axaftina xwe de anî ziman û got ku “Niha hêdî hêdî têkilîyên navbera xelkê Roboskîyê û pênaberên Êzdî pir dibin. Em niha wek malbatekê ne”.

Penaberan bi xwe ji Rûdawê re xweşhalîya xwe anîn ziman. Ehmed Şengalî, ku ji ber DAIŞ’ê revîyaye, wiha anî ziman:

“Em pir memnûn in bi mêvanperwerî û alîkarîya gelê Roboskîyê.”

Pîrejinek ji malbata  li Şengalî ji alîyê milîtanên DAIŞ’ê ve hate serjê kirin.

Yûsiv Dawudê ku heft rojan jîyana xwe bê nan û av li serê Çiyayê Şengalê derbas kirî jî wiha anî ziman:

“Gellek zehmet bû. Hinek ji hevalên min nikarîn vê zehmetiyê bikşînin û jîyana xwe ji dest dan. Em gelek caran spasîya xelkê Roboskîyê dikin ku destê alîkarîyê dirêjî me kirin.

Him Şengalî û him jî Dawud jîyana li Roboskîyê weke çareserîyeke demkî dibînin.

Şengalî got: “Em nikarin li warê xwe rehet bijîn. Eger çareyek ji bo Şengalê neyê dîtin, hêviya me ewe ku Ewropa me qebûl bike.”

Rustem Erkan, ku profesore li Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê û di eynî wextî de jî pisporê pirsgirêka kurdî ye, anî ziman ku ew bawer dikê ku yek ji sedemên têkiliyên baş yên di navbera Êzdiyan û Roboskîyê de hevparîya zaravayê kurdî ye.

Erkan wiha ji Rudawê re got:

“Him xelkê Şengalê û him jî xelkê Roboskîyê zaravayê kurmancî diaxivin. Herwiha Roboskîyê ji salên 1960’an ve alikarîya pêşmergên Bakurê Iraqê kirin û malên xwe ji wan re vekirin”.

Pasaportên penaberên Êzîdî yên li Roboskîyê nînin. Ji ber vê yekê jî nikarin di nexweşxaneyên fermî de bên derman kirin.

“Ev pirsgirêkeke mezine ji bo kesên birîndar an jî ji bo kesên ku xwedî pirsgirêkên fîzîkî. Xuyaye ku zarok demeke dirêj bê av mane,” Cengiz Günay ji Rûdawê re got.

Günay serokê Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê ye û li gor agahdarîyên wî wan gelek pênaber li Roboskîyê derman kirin û herwiha perpûn/aşî kirin. Di nav nexweşiyan de bi giştî inflamasyon, diyabet hwd., hene.

Kommentér via Facebook

kommentarer