Ji ber dagîrkirina herêm û bajarê Şingalê ji aliyê rêxistina radîkal ya DAIŞ’ê ve gelek Êzdî ji cih û warên xwe rêvîn û bûn penaber li Herêma Başûrê Kurdistanê (KRG).

Deniz Serinci, Yilmaz Yildiz

Ji ber zêdebûna penaberan nifûsa bajarê Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê niha nêzikî du qatî bû. Gelek ji van pênaberan li dibistan, mizgeft, înşaet û qeraxê çeman dimînin. Hinek ji wan jî li park, bîstan û înşaetan bi cih bûne. Ji ber vê yekê vebûna dibistanan mehekê hate paş xistin.

Berevan Ehmed ku li Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê kar dikê ji Rûdawê re got ku ew her roj li avahîya wezaretê li Zaxoyê xwarinê didin 34.000 penaberan. Ehmed rewşa penaberan wiha şîrove kir:

”Her roj penaberên nû tên Zaxoyê. Niha nêzî 150.000 pênaber hene, ango nifûsa Zaxoyê bû du qat.”

Li Zaxoyê teqrîben 100 dibistan hene û hemû dibîstan jî li gorî Ehmed ji penaberan tijî ne. Heta ku çareserîyekê bibînin, wê vebûna dibistanan mehekê bê paş xistin.

Ehmed herweha daxwaza alîkarîyê jî kir û rewşa pênaberan bi vî rengî şîrove kir: ”Em li benda alîkarîya Civata Navnetewî ne, em dixwazin ew betanî, xwarin, kon û hwd. ji me re bişînin. Heta vê demê rayedarên vir li cihên nû ji bo kampên pênaberan digerin,” Ehmed got.

Tirkiyê jî ji bo penaberên Êzîdî li Zaxoyê kampekê ava dikê. Ehmed got:

”Armanca me ewe ku rojek pênaber bikaribin vegerin ser cih û warên xwe.

Lê penaberên Êzdî, ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane, bi xwe çi dibêjin?

Şêx Berkan berê hate Zaxoyê û ji Rûdawê re got ku ew di nav şert û mercên dijwar de dijîn.

“Li vir pir germ e, di ser 50 pîleyî re ye, betanî têr nake, herêm ne pak e. Em nikarin li vir bimînin. Em nikarin vegerin welatê xwe jî. Welatê me xera kirin, namûsa me birîn. Tutişt nemaye, em dixwazin derbasî Ewropayê bin,” Berkan got.

Şêx Hacî hemfikir e:

“Li welatê me, DAIŞ me ji ber nasnameya me dikuje. Em ji ber gef û tirsê nikarin vegerin cihên xwe jî. Em dixwazin herin Ewropa”.

Mencê Şingalî, ku pîrejineke 70 salîye, got dema ku ji ber DAÎŞ’ê revîyan wê li gel vê yextîyarîya xwe  ji bo ku şeref û namûsa xwe biparêzê 50 kîlometre meşîyaye. Wê jî ji Rûdawê re serpêhatîya xwe wiha anî ziman:

“Du car ez nêzikî mirinê hatim. DAIŞ’ê êrîşî me kir, keç û jinên me hatin revandin. Em ditirsin û nikarin vegerin Şingalê”.

Herçend ku hemû dixwazin derbasî Ewropa bibin jî, lê Serdar Şerîf, ku mamoste ye di Zanîngeha Duhokê de di warê Tekîliyên Navnetewî de, bawer nake, ku ev xewna wan here serî.

”Ez bawer nakim welatên Rojava hejmarek ewqas mezin qebûl bikin,” Şerîf ji Rûdawê re got û behsa 2 çareserîyan kir:

“Êzdîyên li vir wê li benda rewşê bimînin û binêrin ka wê pirsgirêk çareser bibê û Şengal jî bi temamî bikevê destên rayedarên Kurd. Eger ev yek çêbû, ew dê li Herêma Kurdistanê bimînin”.

Kommentér via Facebook

kommentarer