Werin em ji hevre rast bêjin, ev Kongra Netewî ku niha bo 25. 11 hatîye paşxistin nabe. Sebeb? Lewra ew ”tişt”a ku Kek Mesud jê re gotibû “belê” ne evebû ku niha barê Kongra Netewî hilgirtîye. Ev Kongre, ne ew “Konferansa partî û rêxistinên siyasî yên herçar perçên Kurdistanê” ye ku Kek Mesud însiyatîva wê hildabû ser xwe, û ne jî ew “Konferansa final” e ku Ocalan pêşnîyar û daxwaz kiribû.

Ev Kongra han tişteke ku bi “teqîna” nakokîyên navbera PDK û PKK´ê (li ser Rojava) kemilî, lê, wek ku berdewamî û tevavkerê herdu însiyatîvên pêştir be, hat nîşandan.

Kurt û kurmancî, 2 însiyatîvên cuda tevlihev bûn û ji karanbolê Kongra Netewî derket. Baş bû, bixêr hat!

Bahar´a 2009´an PKK´ê agirbesteke demî ragîhand. (ku dû re jî çend car dema wê drêj kir).

Hikumeta AKP´ê peyam dida, hege PKK çekan ji arê derxe û biryara siyaseta sivîl bide, ew amadene serbixweyî jî têde, hemû rêyên çareserîyê azadane munaqeşe bikin.

Dost û derdorên nêzîkî PKK´ê jî di navêde, gelek kesayetîyên navdar ên Kurd, Turk, Ewropî… ji hemû alî ve bang li PKK´ê hat kirin û han hat dayîn ku çekan bêdeng bike, biryara siyaseta sivîl bide.

Di wê demêde û di wê çerçevêde, pirsa civînek bo partî û rêxistinên siyasî yên herçar perçeyên Kurdistanê (bi serpereştîya Kek Mesud li Hewlêr´ê) hat rojevê. Peyama ku ji wê civînê (idî çi navî bo bi kar tînî bîne, Civîn, Kongre, Konferans…) dihat xwestin û çaverêkirin ev bû: ”PKK, çekan mîlada xwe tijî kirye, were tu jî dev ji şerê çekdarî berde, siyaseta sivîl bike e!”. Tişta ku Kek Mesûd jêre gotibû “belê” ev bû.

Lê ji ber ku PKK´ê di jêr vê însîyatîvêde tilîya Turkîyê didît, heta karî xwe giran kir û jê dizî û Konferansa Hewlêrê tu waxtê pêk nehat û wusa ma.

Ji xwe bi destpêkirina muzakereyên Imralî û pêvajoya çareserîyê jî, civînek bi wê amanc û naverokê pêvîstî pê nema. Lê nav û însîyativ di destê Kek Mesud de ma.

Bi pêşketina hevdîtinên Dewlet û Ocalan, Ocalan û BDP/PKK´ê, Ocalan pêşnîyara rêze konferansekê kir ku fînala wê li Hewlêr´ê pêk bê. PKK´ê di vê çerçevê de di demên borîda li Enqere, Amed û Bruxelê 3 Konferans pêk anî û ya Hewlêrê jî dê bibûya fînal. Lê, di vê navberêde faktora Rojava wek rewşeke acîl derket û pêre jî qayîşkêşîya navbera PDK û PKK´ê teqya. Pirsa Rojava û ”desthilata de-facto” ya PKK(PYD)ê, hevsengîya hêz li ser astê navxwey Kurdistanê di berjewendîya PKK´êde şikand. PDK´ê niha fehmkirîye ku ketiye wê dafikê ku ji bo PKK´ê hatibû danîn, lê nizane dê çawa jê derkeve. Lema Kongra Netewî niha bûye ”kartola sor” û di destê Kak Mesud de maye. Rê û çare? Belê, heye!

Kommentér via Facebook

kommentarer