Diyar Molayî

Berevajî daxwazên rêkxirawên sivîl û çalakên rojnamevanî roj bi roj rewşa rojnamevanên girtî yên li Rojhilatê Kurdistanê xirabtir dibe. Li gorî zanyariyan hejmara girtiyên siyasî yên kurd li Îranê nêzîkî 300 kesan in ku hejmarek ji wan rojnaveman in.

Li gorî zanyariyn ku Rojhilatê Kurdistanê gihîştine peyamnêrê jiyan.dk, rewşa girtiyên siyasî yên kurd li girtîgehên Îranê roj li pey rojê xirabtir dibe, û Komara Îslamiya Îranê jî tu giringiyê bi daxwazên rêkxirawên sivîl û çalakên rojnamevanî nade.

Wekî tê zanîn niha hejmarek yekcar zaf kurdên Rojhilatê Kurdistanê, ku hejmara wan li gorî hindek raportan bi 278 kesan tê texmîn kirin, ji ber tawanên siyasî di girtîgehên hikûmata Îranê de ne, ku hindek ji wan bi darvekirinê û hindek jî bi cezayên giran hatine mehkûm kirin.

Di nav wan girtiyên siyasî de hejmarek rojnamevanên çalak yên Rojhilatê Kurdistanê jî tên dîtin ku demekî dirêje di girtîgehê de ne.
Mihemed Sidîq Kebûdwend, rojnaveman û serok û damezirênerê Rêxistina Mafê Mirovên kurdistanê, sala 2007’an bi tawan dijayetî kirina dewletê hate girtin, 5 mehan di girtîgeha tek kesî de bû. Piştre bi 11 sal hebsê hate cezakirin û niha di girtîgeha Êvîn ya bajarê Tehranê de ye.

Ednan Hesenpûr rojnamevan, ji sala 2007’an ve heya niha di girtîgehê de ye, ku bi sûça dijayetîkirina dewleta Îranê hatiye girtin û di sala 2008’an de bi darvekirinê hatiye cezakirin, lê piştre bi cezayê wî 31 sal zîndanê kêm bû û niha di gitîgeha bajarê Sine de ye.

Hîwa Botîmar, bi tawana dijayetîkirin xwedê bi 10 sal zîndanê hatiye ceza kirin.

Xosrew û Mesûd Kurdpûr rojnamevanên diyar yên bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, ev heyama çend mehanin ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine girtin û heya niha çarenivîsa wan nediyar e.

Di heyama çend rojên derbasbûyî û herwiha di salên çûyî de hejmarek zaf çalakên siyasî, rêxistin, rojnamevan û rêxistinên mafên mirovan li ser astê cîhanê daxwaza serbest berdawan girtiyên siyasî û bi taybet rojnamevanên girtî kirin, lê heya niha rewşa wan baştir nebûye û di girtîgehê de ne.

 

Kommentér via Facebook

kommentarer