Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê (Berbang) û cîgirê serokê Yekitiya Gelan a wî welatî, prof. Knyazê Îbrahîm diyar kir ku nêzîkî 50 hezar kurd li Qazaxistanê heye û wiha got: “Mafên kurdan hatiye dayîn û zarokên me jî dikarin bi zimanê dayikê bixwînin û baxifin.”

Serokomarê Qazaxistanê Nûrsultan Nezerbayêv ku di heman demê de serokê Yekitiya Gelan a Qazaxistanê ye jî, roja 24.04.2013 li paytext Almatê, prof. Knyazê Îbrahîm wek cîgirê xwe di posta serokatiya yekitiya gelan destnîşan kir.

Derheqê vê bûyerê de cîgirê serokê yekitiya gelan û serokê komela Berbang prof. Knyazê Îbrahîm ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Ew posta ku min wergirtiye ji bo gelê xwe min wergirtiye. Destnîşankirina min wek cîgirê serokê yekitiya gelên Qazaxistanê nîşan dide ku kurd li wî welatî tê hesibandin.”

Prof. Knyaz da zanîn ku li Qazaxistanê gelek netewe hene û herî kêm 50 hezar kurd heye û wiha anî ziman: “Li Qazaxistanê mafên kurd tê dayîn. Rojname, kovar û pirtûkên kurdî tên çapkirin. Zarokên me dizanin bi kurdî bixwînin û qise bikin.”

Li ser nêrîna serokomarê Qazaxistanê derheqê kurdan de jî serokê yekitiya kurdên Qazaxistanê wiha axivî: “Serok (Nezerbayêf) ji min re got ‘ez dîroka kurdan dizanim, hûn milletekî dîrokî û kevnar in. navê Selahedîn Eyûbî têrê dike ku mirov behsa milletê we bike, ji ber ku ew ji bo hemû rojhilat serbilindî ye’.”

Prof. Knyazê Îbrahîm di berdewamiya axaftinên xwe de behsa dîroka kultura pêkvejiyanê li Qazaxistanê jî kir û wiha pêde çû: “Piştî ku Yekitiya Sovyetê hilweşiya li hemû komarên wê de şer derket. Azerbaycan û Ermenistan li devera Qerebaxê şer kirin, Rûsya û Çeçenistanê li hev dan. Li Ozbekistanê jî navbera ozbek û qirqîzan de pevçûn derket. Lê li Qazaxistanê tiştekî wisa rû neda. Ji ber ku li vir nijadperestî nîne.”

Derbarê pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û kurdên Qazaxistanê de jî prof. Knyazê Îbrahîm wiha axivî: “Kal û bavê me dibêjin Şam şekir e lê welat şirîntir e. Em li Qazaxistanê dijîn lê Kurdistan dayika me û welatê me ye. Em dixwazin pêwendiyên me bi Kurdistanê re hertim xweş be. Her milletek bi welatê xwe şa dibe.”

Knyazê Îbrahîm Kiye?

1ê Gulana 1947an li Ermenistanê hate dinê

Zanyarê Rojhilat, Kurdnas, rexnevanê wêjeyê, doktorê zanistên fîlolojîyê, profesor, akademîsyenê Dibistanên Nawnetewîyê Bilind, Akademîya Zanistên Navneteweyî ya Qazaxistanê û Akademîya Zanistên Civakî, di Ûnîversîteya Qazaxistanêye Dewletê ya Almatê da serekê navenda zimanên cîhanê û serekê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ye “Berbang”ê.
K.Mîrzoyev, demeke dirêj di Ûnîversîteya Dewletê ya Ermenistanê de, li ser para ziman û wêjeya Azerbaycanê serektî kiriye. Di encama şerê Azerî û Ermenîyan de, di salên 90î de mala xwe bar kiriye Qazaxistanê, di Ûnîversîteya Abay a Dewletê li Almatê serektîya para Fîlolojîya Rojhilat kiriye û bûye Prorektorê (cigîrê rektor) ûnîversîteyê.
Di bin serektîya K. Mîrzoyev de ji dehan zêdetir kes ûnvana fîlolog û zanyarîyê qezenc kirine. Bûye şêwirmendê gelek monografîyên doktorayê. K. Mîrzoyev ku li bajarên weke Parîs, Berlîn, Brûksel û hwd. endamê gelek ûnîversîte û enstîtuyên lêgerîna zanistê ye, li bajarên weke Almatê, Moskova, Sankt-Petersburg, Bakû, Êrîvan, Tîflîs, Parîs, Berlîn, Amsterdam, Brûksel û Tehranê weke çalak beşdarî konferansên zanistî yên teorîk û pratîk bûye.
K. Mîrzoyev endamê Yekîtîya Nivîskarên YKSS (Yekîtîya Komarên Sovyeta Sosyalîst) e, serekê şûbeya Azerbaycan a Yekîtîya Ermenistanê û redaktorîya kovara “Edebî Ermenistan” kiriye. Di heman demê de K. Mîrzoyev ku endamê PEN-a Kurd e, li Almatê serredaktorîya kovara “Nûbar” dike, ku ev kovar bi Kurdî û rûsî tê weşandinê.
K. Mîrzoyev di jîyana civakî û sîyasî ya Kurdên Sovyeta berê û Komara Qazaxistanêda roleke çalak dileyize. Endamê Parlemena Kurdistan a Derveyî welat e. Bûye cîgirê serekê Yekîtîya Giştî Kurdên YKSSyê(1991). Ji 28ê Îlona 2003an da serektîya “Berbang”-Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê dimeşîne. Ji sala 2002yan ve cîgirê serekê Yekîtîya Komeleyên Kurd ên Navneteweyî (Moskova) ye.
Di 22ê cotmeha 1998an de madalyona “Hurmetê” ya Komara Qazaxistanê wergirtîye, ji ber xizmeta xwe ya di sehaya civakî û perwerdeyê de.
Di sala 2006an de pirtûka wî ya bi navê “Zimanê Kurdî” ku du cîld in û ji bo komên 2-5 û 6-9 hatîye amadekirin, ji alîyê Wezareta Perwerde û Zanistê ya Qazaxistanê ve hatibû pesendkirin, weke pirtûka dersê derkete ronahîyê. Wî usa jî Bername û rêberîya mêtodîkayê ji bo mamosteyê zimanê Kurdî amedekirîye (ji bo dersxanê 2-9-a) 2006 salê.
Zimanên weke Kurdî, Ermenî, Tirkî, Azerî, Rûsî, Qazaxî û Farsî dizane.
Pirtûkên wî yên girîng:

Ji dîroka têkilîyên wêje ya Azerbaycan-Kurd. Erîvan, 1975.
Nivîskarên Azerbaycana Îranê-di Derheqa Kurdan de. Êrîvan, 1975.
Wêjeya neteweyî û pevgirêdanên wêjeyê. Êrîvan, 1985.
Asoyên wêjeyî. Êrîvan, 1985.
Pira dostanîyê. Bakû, 1989.
Nîzamî û wêjeya gelên Rojhilat. Alamatê, 1995.
Têkilîyên navbera wêjeyan û pirsgirêkên varisî. Alamatê, 1996.
Çarenûsa dîroka wêjeya Kurd. Alamate, 1996.
Kurd. Ansîklopedîya biçûk. Alamatê, 2001.
Kurd. Almatê, 2003 /bi Îngilîzî/.
Wêjeya Kurdî/Wêjeya gelan a Qazaxistanê. Almatê, 2004.
Zimanê Kurdî (2 cîld). Almatê, 2006.
Bernameya metodîk a zimanê Kurdî (Ji bo mamosteyên komên 2.-9). Almatê, 2006.
Kurd. Brûksel, 2006 /bi Hollandî/.
Antolojîya dîrok û wêjeya Kurd. Almatê. /Bi Qazaxî/. (rojnamevan Hejar Şamîl)

Kommentér via Facebook

kommentarer