Serokê Rêxistina Qudis ya Îranê ku bi rêxistineke terorist tê nas kirin Qasim Silêmanî diyar kir ku Iraq û Lubnan di bin bandora Îranê de ne û ger ew bixwezin dê li her cihekê rastî dijminan bên.
Di korekê de ku duhî li Tehranê pêkhat, Qasim Silêmanî destnîşan kir ku wan çi tirs ji welatên Rojavayî û Amerîkayê nînin. Navbirî diyar kir ku Iraq û Lubnan bi temamî di bin bandora wan de ne û ger bixwezin dê li her ciheke wan welatan rastî dijmin bên.
Silêmanî ku fermanê ji Rêberê Îranê Elî Xamineyî werdigre piştevaniya temam ya welatê xwe ji bo rejîma Beşar Esed anî ziman û xuya kir ku xelkê Sûriyeyê bi temamî di ger Esed in.
Sipaha Qudis ku ser bi Sipaha Pasdaran e, ji hêla Amerîkayê wekî hêzeke terorîstî tê nas kirin ku karên terorê bo rejîma Îranê li derveyî welat encam dide.







