Pêşmergeyên sinor 2 pasdarên Îranê girtin

Ji ber derbaskirina sinorê bajaroka Xaneqînê hêzên tîpa 8 ya zêrevanên sinor, 2 pasdarên Îranî bi cilên leşkerî desteser kirin.

Li gorî malpera Peymanêr berpirseke leşkerî ya Iraqê diyar kiriye ku hêzên wan di nav axa Iraqê de li bajarê Xaneqînê 2 pasdarên Îranê bi cilên leşkerên desteser kirine ku yek ji wan berpirseke bilind e.

Navbirî destnîşan kir ku di dema lêkolînan de wan ragihand ku bi şaşî hatine nav Iraqê, lê lêkolîn di vî warî de berdewam e. Lê em benda fermana fermandeyan in û heya ferman neyê ew nayên serbest berdan.

Li gorî çavdêrên siyasî û ewlehî pasdarên Îranê ji bo sîxoyê sinorê Iraqê bezandine.


FacebookTwitterMySpaceHotmailPrintFriendlyYahoo MailGoogle GmailShare