Cîgirê Serokomarê Iraqê Tariq el-Haşimî diyar kir ku ew amade ye here pêşiya dadgehê lê bi şertê ku Nûrî Malikî îstîfa bike.
Di hevdîtinekê de di gel rojnameya Sebah El-Cedîd ya nêzîkî hikûmeta Iraqê, Tariq Haşimî wiha dibêje: “Min tera ku nîşan bide ez bê gunehim, belge û dekomênt hene, tev ew tawanên ku xistine ser min direv in”.
Haşimî destnîşan kir ku ew amade ye here pêşiya dadgehê li her cihekê be, lê ger dadgeheke serbixwe be û Serokwezîr Nûrî Malikî jî îstîfa bike.







