Çileya Daniala Mitarant li Hewlêrê hate saz kirin

Çileya Daniala Mitarant li Hewlêrê hate saz kirin

Li Hewlêrê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û konsolxaneya Fransayê merasîma çileya Daniela Miterant saz kirin.

Li gorî malpera peyamnêr merasîma han bi gotara sendîkaya rojnamevann ji aliyê Azad Mihemed Emîn hate vekirin û piştre serkonsolê giştî yê Fransayê Dr. Fredrich Tisso di gotarekê de amaje bi wefadariya gelê kurd bi wan kesan kir ku rojek li rojan alîkariya wan kirine.

Di gotara xwe de Dr. Tisso silava dostayetiya Fransayê gehande gelê kurd bi helkefta 66’emîn salwegera damezirandina Komara Kurdistanê û diyar kir ku Miterant yek ji wan kesan bû ku amade bû hemû karekê bike da ku kurd bigihîje serxwebûna xwe.

Piştre 40 şemal bi merema nîşandana wefadariyê li hemberî Daniela Miterant hatin hilkirin û fîlmeke dokumentarî di warê jiyan û karên wê de hate nîşan dan.


FacebookTwitterMySpaceHotmailPrintFriendlyYahoo MailGoogle GmailShare