Îro salroja damezirandina Komara Kurdistanê bû ku 66 salan berî niha bi destên bihêz yên Pêşewayê kurd Qazî Mihemed li bajarê Mehabadê hate damezirandin.
Îro 66’emîn salroja damezirandina Komara Kurdistanê bû, Komara han ku bi serokatiya Pêşewayê Kurd Qazî Mihemed li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê hate damezirandin tenê 11 mehan dom kir lê piştî 66 salan niha jî bi çirayek geş ya xebata kurdayetiyê tê hesibandin.
Îsal merasîmên taybet bi salroja avabûna Komara Kurdistanê bi awayekî hejî û sîstematîk li hemû bajarên Başûrê Kurdisanê, li Rojhilatê Kurdistanê û di gelek welatên Ewropayî de pêkhat.
Lewma ew wê yekê nîşan dide ku piştî 66 salan niha jî peyama komarê wekî xaleke giring ya jiyana kurdan tê hesibandin ji ber ku ciwanên kurd bi çavekî gelek xurt berê xwe didin peyama Komarê û wê bi êstêrka geş ya esmanê kurdistanê dizanin.
Herwiha îro serê sibê merasîmeke gelek mezin li bajarê Koyê û li binkeya polîtbîrûya PDKÎ’ê bi beşdariya endamên û alîgirên wê partiyê û gelek kesayetiyên kurd yên hemû parçeyan hate pêkanîn.
Merasîma pîrozbahiyê bi xwendina sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtin bo şehîdên Kurdistanê destpêkir.
Di merasîmê de bi navê Deftera Siyasî a PDK Îranê, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê Mistefa Hîcrî axaftinek kir.
Rêzdar Mistefa Hîcrî di axaftina xwe de behsa dersên ku ji Komara Kurdistan maye kir.
Hîcrî di berdewamiya axaftina xwe de pê li ser pêkvejiyan di nava Kurdan û cîranê Kurdan de kir û weha got; “pêkvejiyan tenê di nava wekhêvî de dibe. Kurd êdî wekî berê bindestiyê qebûl nake.”
Merasîm bi xwendina çend sirûd, pexşan û helbestan bi dawî hat.







